KONGRA-GEL: Nayê qebûlkirin ku Mexmûr bibe girtîgehek servekirî

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL xwesteka hikûmeta Iraqê ya bi têlan dorpêçkirina dora Mexmûrê şermezar kir û got: “Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku Mexmûr bibe girtîgeheke servekirî."

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL daxuyaniyek da û got: “Wargehek a penaberan ku di bin parastina NY’ê de ye, bi daxwazên hikûmeta AKP-MHP’ê û hevkarê wê PDK’ê tê xwestin ku bibe girtîgeheke servekirî. Bi ti awayî nayê qebûlkirin ku hikûmeta Iraqê Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi têlan dorpêç bike.”

Daxuyanî wiha dewam kir:

“Bi taybetî ev hewldan, ji bo ku piştevaniya Erdogan e ku di tûra duyemîn de bi ser bikeve. Xwesteka dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê, parçeyekî plana dorpêçkirina Kurdên azad e. Ev plan; plana dorpêçkirina jiyan û pêşeroja azad e. Malbata Barzanî ji ber ku bi temamî weke siyasî, leşkerî û aborî teslîmî dewleta Tirk bûye, li gorî xwestek û planên wan tevdigere.

Xelkê Mexmûrê nûneriya ruhê berxwedêr ê Kurdên Azad dike. Ti hêz nikare wê teslîm bigire. Em berxwedana xelkê xwe yê Mexmûrê silav dikin. Em bang li gel û dostên xwe yên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin; em xwedî li berxwedana bi rûmet a Wargeha Penaberan a Mexmûrê derbikevin, nîşanî her kesê bidin ku xelkê me yê wargehê ne bi tenê ye.

Em bang li rayedarên NY’ê ku li hemberî hikûmeta Iraqê û van geşedanan bêdeng bûye, dikin; ev kiryar ne li gorî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e. Zordarî, êşkence û zilm e. Ev xelk zext û bêmafiyê qebûl nake.

Em car din berxwedana xelkê Mexmûrê ku bi sekna xwe ya bi biryar hêviyên azadiyê mezin dike, silav dikin. Berxwedan wê ser bikeve, faşîzm û hevkar wê têk biçin.”