KON-MED: Bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' em dakevin qadan

KON-MED'ê bang li Kurdistaniyên li Elmanyayê kir ku ji bo piştgiriya berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê bê kirin tevlî çalakiya sibe ya li Kolnê bibin.

Hevserokên KON-MED'ê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku li her devera cîhanê desthilatdariyên navendî hemû ji bo şikandina berxwedana jinê û afirandina jineke ne azad, hewl didin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li Îranê jinan bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' serî hildane.

KON-MED'ê ragihand ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelan bûye hêvî û bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir ku 28'ê Çileyê saet di 13:00 de li Neumarkt a Kolnê tevlî çalakiyê bibin.