Komploya 9’ê Cotmehê li Dûîsbûrgê hat şermezarkirin

Aktîvîstê TCŞ û TekoJIN’ê diyar kirin ku ew ê ji bo pûçkirina her cure komployê têkoşîna xwe mezin bikin û ciwan di serî de bang li hemû kesan kirin ku di vê pêvajoyê dakevin qadan.

Li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) meşek hat lidarxistin.

Kurdistanî saet 15:00’an li ber Dûîsbûrg Haûptbahnhofê hatin cem hev û li wir ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz girtin.

Piştî rêzgirtinê tevî xwendina belavokan û belavkirina wan, dest bi meşê hat kirin.

Di meşê de pankarta li ser hatibû nivîsandin “Freiheit fur Ocalan, Status fur Kurdistan! (Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu!) û flamayên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Ciwanan bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana PKK’ê” û “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin.

Meş nêzî saetekê dom kir û di dawiyê de seroka FED-MED’ê Zozan G. axivî.

Ciwanan li ser navê TCŞ û TekoJIN daxuyaniyek dan û gotin ku ew ê wek çalakvan ji bo şikandina her cure komployê têbikoşin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de bang li ciwanan kirin ku di vê pêvajoyê de li her derê dakevin qadan.