Komkujiya nîjatperestên Tirk li gelek deveran hate şermezarkirn

Komkujiya nîjatperestên Tirk ên AKP-MHP'yî li Konya Meramê li gelek paytextên Ewropa û bajaran hate şermezarkirin.

Li paytexta Ingilistanê Londra, ya Elmanya Berlînê û ya Ewûstûrya Viyanayê, li bajarên Bordeaxu, Strasboûrg, Parîs Drancy, banliyoyên Vîlleneuve Saînt Georges Ên Fransayê komkujiya nîjatperestên Tirk hate şermezarkirin.

LONDRA

Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn ku çalakî bi banga Yekîtiya Hêzên Demokratîk (DGB) a Brîtanyayê pêk hat. Di çalakiyê de ya li ber Pirtûxaneya Manor House gelek caran hete gotin, 'bimre faşîzm'', ''bimre faşîzma TC'ê''

Serokê Federasyona Elewî ya Brîtanyayê Israfîl Erbîl axivî. Erbîl got faşîzm bi teqezî wê were têkbirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê jî komkujî hate şermezar kirin, di çalakiyê de peyam hate dayin ku ew ê rê nedin faşîzmê.

Çalakî bi banga Nav-Berlîn û meclîsên jinan ên Dest Danê li Alexanderplatzê pêk hat. Di çalakiyê de peyama Kon-Medê hate xwendin. Siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp axivî û got Kurdan bi zanebûn dikin hedef.

VIYANA

Li paytexta Ewûstûrya Viyanayê jî bi banga TCŞ'ê û TekoJın komkujî hate şermezarkirin.

FRANSA

Li Bordeaux, Strasboûrg, Drancy û Vîlîenûeve Saînt Georges jî komkujiya nîjatperestên Tirk bi çalakiyan hate şermezarkirin. 

Di çalakiyan de hate gotin 'Kurdistan wê ji faşîzê re bibe goristan''