Komkujiya li Konyayê li Kanadayê hate şermezarkirin

Li Konyayê komkujiya ku bi destê nîjatperestên Tirk hatî kirin li Toronto ya Kanadayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Li Torontoyê Kurdistaniyan ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê û7 Kurdên ku li Konyayê bi destê nîjatperestên Tirk hatin kuştin deqeyekê rêz girtin.

Di çalakiyê de bi dirûşmeyan hate gotin, ''Freedom for Kurdistan'', ''Tirkiye Kurdan dikuje'', ''Kujer Erdogan biteqize'',''Bijî azadiya Kurdan''.

Gel li cihekî şên ê bajêr North York Civîc Centreyê kom bû, belavokên ku li ser wêneyên kesên ku hatibûn kuştin hebûn, hatin belavkirin. Her wiha di belavokan de êrîşên qirker jî hatin vegotin.