KOMAW'ê têkildarî êrişa DAÎŞ'ê daxuyanî da

KOMAW'ê diyar kir ku ew êşa malbatên şervanên ku li Hesekê di êrişa DAÎŞ'ê de şehîd bûn parve dikin û ji bo her cûre piştgiriyê amade ne.

Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan (KOMAW) li ser êrişa 20'ê Çileyê ya li Hesekê daxuyaniyek da. KOMAW'ê diayr kir ku dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP'ê çeteyên DAÎŞ'ê ji nû ve bi rêxistin kiriye û ji bo êrişê xistiye nava liv û tevgerê. KOMAW'ê 17 şervanên QSD'ê yên ji bo pêşîgirtian li êriş û komkujiyê şehîd bûn bi bîr anî.

KOMAW'ê bi bîr xist ku li gorî agahiyên çeteyên hatin girtin û teslîm bûn, MÎT a dewleta Tirk li Serêkaniyê komek ji 200 çeteyî perwerde kir û di çarçoveya planeke mezin de xiste nava liv û tevgerê. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Eger bi ser ketibûna wê hewl bidan armanca xwe ya ji bo hilweşandina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam bikira.

Dema ku DAÎŞ nû ava bû, serkêşên AKP'ê digotin, 'Kes nikare ji DAÎŞ'ê re bibêje terorîst e, ew komeke ji ciwanan pêk tê ku xwedî hesasiyetên Îslamî ne'. Her çend niha dibêjin 'Me ew xistine lîsteya terorîst' jî ji destpêkê ve bi DAÎŞ'ê re ne. Ji bo Talîbanê çi dibêjin, nêrîna wan a li ser DAÎŞ, El Nûsra û hwd. bi heman rengî ye.

Ev koma terorîst her çend destpêkê ji bo hilweşandina Şoreşa Rojava ketibe nava liv û tevgerê jî, bi demê re piştî ku xurt bû veguherî gefeke navneteweyî û êdî bi versiyonên cuda li gelek welatan xwe nîşan da.

Ji xwe aliyê balkêş ê vê bûyerê ew e ku hêzên koalîsyonê yên ku ji hêzên 40 welatan pêk tên û tevî QSD'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têdikoşin, her wiha tevî ku di êrişa dawî ya Hesekê de têkoşîneke hevpar meşandin jî ji bo çareserkirina meseleya çeteyên DAÎŞ'ê yên li girtîgehan di piştgiriya ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lawaz man.

Bi navê Saziya Mexdûr û Malbatên Şehîdan (KOMAW) em êşa malbatên xwe yên şehîdan parve dikin û dibêjin ku li gorî derfetên xwe ji her cûre piştgiriyê re amade ne. Di heman demê de em di wê baweriyê de ne ku xelkê me yê welatparêz jî wê li ser şopa şehîdan xwedî li destketiyan derkeve.

Banga me li raya giştî ya cîhanê ew e ku li dijî rêxistina terorê ya navneteweyî DAÎŞ'ê ku veguheriyeke gefeke navneteweyî, helwesteke hîn çalak nîşan bide, bandorê li polîtîkayên dewletên xwe bikin ku piştgiriyê nedin rêveberiya AKP'ê û li dijî metirsiya hevpar li kêleka têkoşîna mirovî û mafdar a gelê me cih bigirin, hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna hevpar bibin."