KCDK-E: Kampanyaya îmzeyan qediya, em gelê xwe vedixwînin Brukselê

KCDK-E'yê diyar kir ji bo PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê ya YE'yê’ bê derxistin gelek îmze hatin berhevkirin û ji bo tevlêbûna çalakiya li Brukselê bang kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E'yê de hat gotin, "Însiyatîfa Edaletê ya ji bo Kurdan a Navneteweyî, ji bo ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê yên YE’ were derxistin, kampanyayeke îmzeyan dabû destpêkirin. Ev xebat bi dawî bû. Em vê kampanyayê silav dikin û tevî pêkhateyên xwe me îmze kom kir.

Îmzeyên ku hatine komkirin wê di 31’ê Çileyê saet di 13.30’an de li Qada Schûman a Brukselê wê bi civîneke çapemeniyê were ragihandin.

Piştî civîna çapemeniyê wê îmze teslîmî komîsyona YE were kirin.  Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiya civîna çapemeniyê û ya teslîmkirina îmzeyan bibin.”