KCDK-E: Ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşînê derxînin asta jor

KCDK-E’ê got “Ji bo azadiya Rêber Apo em têkoşînê derxînin asta jor” û diyar kir wê di 7-9’ê Kanûnê de li pêşiya CPT’ê çalakiya nobetê were lidarxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E’yê de ev tişt hate gotin “Dewleta Tirk a faşîst li Îmraliyê dest bi êrîşên xwe yên qirkirinê kiribû û ev êrîş li Bakur, Başûr û Rojava, li ser zindan û civakê jî didomîne. Ji ber vê Îmrali bûye navenda şerê qirêj û êrîşên qirkirinê. Di tecrîda giran a 24 salan ku li ser Rêber Apo tê kirin, tê xwestin ku pêşiya meşa azadiyê ya gelê Kurd were girtin. Ev êrîşên li ser Rêber Apo hatin destpêkirin li temamê Kurdistan û Rojhilata Navîn belav dibin.

Di 29’ê Mijdarê de Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyanî da û derket holê ku heyeta CPT’ê bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye, bi vê daxuyaniyê re fikarên me yên li ser tendirustî û ewlekariya Rêber Apo zêdetir bûye. Heta ku CPT derbarê mijarê daxuyaniyeke xurt nede û gelê Kurd qanih nebe, wê li holê rewşeke bi fikar hebe.

Dem dema seferberiyê ye ku em têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo derxînin asta herî jor. Heta ku agahî ji Rêber Apo were stendin divê em bi têkoşîneke bi bandor û encamgir seferber bibin.

Di 7-9’ê Kanûnê de wê li pêşiya CPT’ê daxuyaniyeke çapemeniyê were dayîn û ji bo 3 rojan çalakiyeke nobetê were destpêkirin.

Çalakiya nobetê wê di 7’ê Kanûnê saet di 10.00’an de li Strasboûrgê were destpêkirin.”