BI DÎMEN

Ji bo Newroza Frankfurtê standa agahdarkirinê hat danîn

Li Frankfurtê ji bo Newroza navendî ya Elmanyayê li qada qelebalix a bajêr standa agahdarkirinê hat danîn.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê xwe ji bo Newroza navendî ya Elmanyayê amade dike. Agirê Newrozê wê di 29’ê Adarê de li Frankfurtê bê vêxistin. Di çarçoveya xebatên Newroza Franfkurtê de li qada qelebalix ya bajêr standa agahdarkirinê hatdanîn.

Stand di navbera saetên 15:00 û 19:30’an de hat danîn û derbarê bernameya Newrozê de belavok hatin belavkirin. Di standê de hat diyarkirin ku Newroz nîşaneya berxwedan û azadiyê ye. Xebatkarên standê banga tevlîbûnê kir.

Stand wê sibe jî di heman saetê de bê danîn.