Li dijî tecrîda girankirî û pergala êşkenceyê ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li tevahî girtîgehên Tirkiyeyê tê pêkanîn, meşek tê lidarxistin. Ciwan wê di navbera 11-16 Îlonê de li bajarê bajarê Essen ya Elmanyayê ber bi Aacheanê bimeşin.
Ciwan wê bi dirûşme “Ji bo Azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê” di 10’ê Îlonê de werin ba hev, roja piştî vê berbi Aachenê ve dest bi meşa 6 rojan bidome, bikin. Komîte Amadekar a Meşa Dirêj têkîldarî mijarê daxuyani da û bang lu ciwanan kir ku tevlî seferberiyê bibi.
Daxuyaniya Komîteya Amadekar wiha ye:
“Rêber Apo ev 24 sal in di bin tecrîd û êşkenceya dijmirovahiyê de dîl tê girtin. Dewleta Tirk a dagirker û hêzên navneteweyî bi hevkariya xiyanetkaran, dixwazin vê êşkenceyê asayî bikin û li gelê Kurd bidin qebûlkirin. Bi rêbazên ku li ti derê cîhanê û di dîrokê de nehatiye dîtin, hewl didin hemû têkiliyên Rêber Apo yên bi cîhanê re qut bikin. Ji sala 2011’an û vir ve hevdîtina bi parêzeran û ji sala 2015’an ve ku êrîşên qirkirinê li ser gelê Kurd dan dest pê kirin, malbat û heyet jî di nav de hemû hevdîtinên bi Rêber Apo re hat qedexekirin. Qedexe û pêkanînên kêfî li ser Rêber Apo tê pêkanîn. Bi desthilatdariya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê re, li Îmraliyê rejîmeke neqanûnî, bêexlaq û êşkenceyê hatiye avakirin û destpêkê li Kurdistanê û piştre li tevahiya Tirkiyeyê belav bû.
Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de Rêber Apo bi rêya telefonê bi birayê xwe axivî û ji wê rojê ve ti agahî naye girtin. 16 meh in hemû têkiliyên Rêber Apo yên bi derve hatiye qutkirin. Êdî dem dema dawîkirina pergala tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!
SAZÎ Û DEWLETÊN LI EWROPAYÊ ŞIRÎKÊ PERGALA TECRÎDÊ YE
Hevkarên herî mezin ya vê êşkenceyê sazî û dewletên Ewropayê ne. Dewletên Ewropa yên ku qaşo parêzvanên demokrasî û mafên mirovan in, bi bêdengiya xwe hemû pêkanînên faşîşt ên neqanûnî yên rejîma faşîşt a AKP-MHP’ê li Îmraliyê, li hemû girtîgehan, li Kurdistan û Tirkiyeyê erê dike.
“JI RÊBER APO RE AZADΔ
Li ser vê bingehê em çalakiyeke Meşa Dirêj li dar dixin. Ev çalakî ji bo azadiya Rêber Apo, di 11-16’ê Îlonê de li bajarê Essen ê Elmanyayê dest pê bike û ber bi Aachenê ve bidome. Em bang li hemû ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Ewropayê dijîn dikin ku bi dirûşma “Ji bo Azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê” tevlî meşê bibin.
Komîteya amadekariyê di derbarê cîh û demê meşa dirêj ev agahî da
Kombûn:
10.09.2022 / 16:00
Am Freistein 50, 45141 Essen
11.09.2022
ESSEN-DUISBURG
12.09.2022
DUISBURG-KREFELD
13.09.2022
DUSSELDORF FLUGHAFEN-
DUSSELDORF
14.09.2022
DUSSELDORF BENRATH-
LEVERKUSEN
15.09.2022
LEVERKUSEN CHEMPARK-
KOLN MULHEIM
16.09.2022
AACHEN
Ji bo têkilîdanînê: [email protected]