Ji bo Abdullah Ocalan li Reîmsê çalakî hate lidarxistin

Kurdistaniyan li Reîmsê tecrîd şermezar kirin û diyar kirin ku heta tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Li bajarê Reîms ê Fransayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa li ser avahiya KNK'ê ya li Hewlêrê, meşek hate lidarxistin.

Girseya gel li ber gar a navendî ya Reîmsê li hev kom bû û heta Place d'erlon meşiya.

Di meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bimire xiyanet", "Dîktator Erdogan", "Kujer Erdogan" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin qîrîn.

Piştî ku girseya gel gihîşt Place d'erlon, bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniyek hate dayin. Hate ragihandin ku heta tecrîd bi dawî bibe weke gel ew ê xwedî li Rêberê xwe derkevin û jiyana bê Rêberê xwe qebûl nekin.