Hişyariya hikûmeta Elman beriya hilbijartinên Tirkiyeyê

Wezareta Karên Derve ya Elman li ser çalakiyên li Elmanyayê yên têkildarî hilbijartinên li Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got, "Wê destûr ji wan çalakiyan re neyê dayin ku li ser ewlehiya navxweyî ya welatê me gef e."

Piştî gotinên Parlamenterê AKP'ê yê Nevşehîrê Mustafa Açikgoz ku di 13'ê Çileya 2023'an de li mizgefta komên faşîst ên Tirk ên li Neussê gef li Kurdan û muxalîfên rejîma Erdogan xwaribû, çav li helwesta hikûmeta Elman a Federal a bi serokwezîrtiya Olof Scholz li ser xeta Enqere-Berlînê bû.

Parlamenterê Partiya Çep ku yek ji partiyên mûxalefetê li Elmanyayê ye Gokay Akbulut, bi pêşnûme pirseke ji hikûmeta Scholz bi taybetî ji bo desthilatdarê AKP-MHP'ê wê di çi çarçoveyê de destûrê bide xebatên hilbijartinê û li ser gotinên Açikgoz wê helwestek çawan bê nîşandan, anî rojeva hikûmeta Bundestag’ê.

Li ser navê hikûmetê Musteşarê Wezîrê Karên Hundir Mahmut Ozdemîr bersiv da pêşnûmeya pirsê ya endamê Partiya Çep Akbulut. Di bersivê de hat destnîşankirin ku, li Elmanyayê teqez cihê nefret û gotinên gefxwarinê nîne û got, "Bûyerên ku siyasetmedarên biyanî yên li Elmanyayê têkildarî hilbijartinên li derveyî welat bên kirin, bi destûra hikûmetê ve girêdayî ne."

Wezaretê destnîşan kir ku, bi serlêdana 10 rojan a li Wezareta Karên Derve re dikare destûr bê wergirtin û ev hişyarî da: "Divê tevlîbûna li hemû çalakiyên hilbijartinê di çarçoveya qanûnên Elmanyayê de be û gefê li ewlekariya navxweyî ya Elmanyayê nexwe. Piştî gotinên parlamenterê Tirk Açikgoz ên 13'ê Çileyê bang li Sefaretxaneya Bilind a Tirk hat kirin û bi awayekî vekirî hat ragihandin ku wê ti carî destûr neyê dayîn ku daxuyaniyên bi vî rengî dubare bibin."

TEVÎ HIŞYARIYÊ JÎ WEZÎRÊ TIRK BI ALÎGIRÊN XWE RE HEVDÎTIN KIR

Parlamenterê Federal ê Partiya Çep Gokay Akbulut daxuyaniya Wezareta Karên Hundir erênî dît û got ku ev têr nake. Akbulut bi bîr xist ku Wezîrê Çandiniyê yê Tirkiyeyê Vahit Kirişci hefteya borî li Berlînê bi alîgirên xwe re hevdîtin kir û wiha got: “Weke ku ji kampanya hilbijartinê ya dawî ya Wezîrê Çandiniyê yê Tirk ê li Berlînê zelal e, xuya ye hikûmeta Tirk bi hişyariya ji Berlînê tê re eleqedar nîne. Ji ber vê yekê divê Wezareta Karên Derve sînorên zelal li vir deyne."

BAZIRGANIYA AGAHIYAN ÊN LI GEL DEWLETA TIRK BIDIN RAWESTANDIN

Akbulut daxuyaniya wezaretê ya der barê parastina muxalîfên li Elmanyayê de bi van gotinan nirxand: "Eger wekî ku tê îdiakirin, ew bi rastî ji ewlehiya muxalîfên li Elmanyayê dijîn re eleqedar dibe, divê demildest hemû danûstandinên bi Tirkiyeyê re yên ku van agahiyan dixin xetereyê rawestîne. Li gorî agahiyên ku me beriya niha ji daxwaznameyeke pirse wergirtiye, yekîneyên ewlehiyê derbarê komeleyên kurdan de agahiyan berhev dikin û bi servîsa veşartî ya Tirkiyê re parve dikin. Ev bi temamî bêberpirsiyarî ye.”

Akbulut destnîşan kir ku, agahiyên li ser hemû mehkûmiyetên cezayî yên welatiyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê dijîn jî bi rêk û pêk derbasî Tirkiyeyê tên kirin û got ku ev yek ji bo kesên di komele an jî civînên muxalîf de cih digirin, dibe rewşek xeternak. Akbulut got ku li gorî rewşa siyasî ya navxweyî ya li Tirkiyeyê, divê ev hevkariya dadgeriyê were sekinandin.