Heyva Sor a Kurdistanê cîhazên medîkal ji Mexmûrê re şandin

Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê, di çarçoveya projeya xwe ya tenduristiyê de, 3 cîhazên medîkal ji nexweşxaneya Wargeha Mexmûrê re şandin.

Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê, di çarçoveya projeya xwe ya tenduristiyê de, ji bo nexweşxaneya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 3 cîhazên medîkal şandin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heyva Sor a Kurdistanê di çarçoveya projeya xwe ya tenduristiyê de ji bo Wargeha Maxmûrê ku nêzî 13 hezar penaberên ji Bakurê Kurdistanê lê dimînin û ber ber ambargo û êrîşan, ji hêla tenduristiyê ve gelek zehmetiyan dibînin, re cîhazeke rontgenê û 2 cîhazên din ên ji bo kişandina rontgenê tên bikaranîn, bi 58 hezar dolar standine û şandina ji Kampa Mexmûrê re. Cîhaz gihîştina cihê xwe.

Heyva sor a Kurdistanê ev nêzê 30 sal in di çarçoveya projeya tenduristiyê de alîkariyê dike. Armanca vê projeya wan jî ji kesên ku ji xizmeta tendirustiyê bê par mane re, di warê tenduristiyê de bibe alîkar. Di çarçoveya vê projeyê de, li herêmên şer an jî herêmên xizan nexweşxaneyan ava dike, derman, ambûlans û cîhazên medîkal dîşîne û heqê tedawiya kesên xizan dide.”