Hêrs li Fransayê mezin dibe: Li Parîsê 243 kes hatin destgîrkirin

Piştî qebûlkirina reforma teqawidiyê ya bi nîqaş ku ji aliyê hikumeta Emmanuel Macron ve li Fransayê hate ferzkirin, li gelemperiya welêt xwepêşandan hatin lidarxistin û li Parîsê 243 kes hatin destgîrkirin. Li seranserê welêt grev heye.

Piştî ku mûxalefetê du dengên pêbaweriyê yên ji bo hilweşandina hikumetê red kir, pêşnûmeya reforma teqawîtiyê bi rengekî otomatîk hate qebûlkirin. Li welêt ji meha Çileyê vir ve bi milyonan kes daketin qadan û di greva giştî û xwepêşandanan de.

Tevî bertekên tund jî piştî reform hate derbaskirin di saetên şevê de li seranserê welat çalakiyên spontane pêk hatin. Bi hezaran kes daketin kolanan.

Li gorî nûçeyên medya Fransayê ku çavkaniya xwe ji polîsan digire, li Parîsê 243 kes hatine destgîrkirin. Ji wan 240 kes ji ber "bi şewitandinê hilweşandin” hatin destgîrkirin. Hat ragihandin ku li gel bajarên din hejmara kesên hatine destgîrkirin nêzî 300 e.

Di çalakiyên bi şev dewam kirin de, li Parîsê bi taybetî li meydana Opera û Bastîlleyê qûtiyên çopê hatin şewitandin û  panoyên reklamê hatin şikandin. Ekîbên agirkujiyê 240 caran mudaxele kirin.

LI DIJÎ TUNDIYA POLÎSAN NERAZÎBÛN

Di rojên dawî de êrîşên tund ên polîsan ên li hemberî xwepêşandanên bi şev, hişt ku bertek jî zêde bibe. Serokê opozîsyona çep Jean-Luc Melenchon bertek nîşanî destgîrkirin û tundiyê da û xwest, kesên hatine destgîrkirin, ku 2 ji wan endamên partiya LFI ya ku ew serokê wê bû, demildest bên berdan.

Sekreterê Giştî yê Sendîkaya herî girîng a welêt CGT Philippe Martinez jî bertek nîşanî tundiya polîsan da û got, "Zexta li ser xwepêşanderan bêhiqûqî zêde dibe."

Lîga Mafên Mirovan (LDH) jî li ser Twitterê bertek nîşanî bikaranîna tundiya zêde da. 

Projeya reformê temenê teqawidbûnê ji 62 salî derdixe 64 salî. Jean-Luc Mélenchon banga "dengdana baweriyê ya gel" kir, ku divê di her şert û mercî de, li her derê, bi girseyî xwe îfade bike.

ÇALAKIYÊN GREV Û BLOKAJÊ

Di heman demê de vê Sêşemê li gelek pîşesaziyan jî grev hene. Veguhastin, parzûngeh û perwerde di nav van de ne. Parzûngehên petrolê beriya niha bi rojan di grevê de ne. Di gelek îstasyonan de pirsgirêkên sotemeniyê hene. Balafirgeh û rêyên hesinî ji ber grevê gelek bandor dibin. Li zanîngehan jî çalakiyên blokajê dest pê kirin.