Hejmara Serxwebûnê ya meha Îlonê derket

Hejmara meha Îlonê ya Rojnameya Serxwebûnê bi sernavê “Em ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistanê pêngavê mezin bikin” derket.

Di hejmara 489’an a Serxwebûnê de, geşedanên dawî yên siyasî yên li cihanê û herêmê, pêngava ‘Dem dema Azadiyê ye’, dîroka jinê ya li girtîgehê, erkên demê yên ciwanan û pêkhateya zîhniyeta kodkirî ya derbeyên leşkerî yên li Tirkiyeyê ya ji serdema Osmanî heta niha, nivîsek ji bo bîranîna Şukru Serhed ê ku di êrîşa dewleta Tirk a 17’ê Îlona 2021’an de li Silêmaniyê şehîd bû, hene. Her wiha Pîrdogan Kemal di nivîsa xwe ya bi sernavê “Êdî derewa mozê pê ve da, ji kevir ket û mir, eşkere bûye” de nivîsiye ku dewleta Tirk êdî hatiye rewşekê ku nikare cenazeyên leşkerên xwe rake û mirinên leşkeran ku hewl dide veşêre çawa ji aliyê gerîlayan ve hatiye qeyd û deşîfrekirin.

BERXWEDANEKE FEDAYÎ, DÎROKEKE DESTANÎ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di gotara xwe ya bi sernavê “Em bi ruhekî fedayî, bi fedekariyeke mezin şerê dîrokî dimeşînin” de destnîşan kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk nûvekirin û bicihanîna Mîsaqî- Mîllî ya li hemû parçeyên Kurdistan ye û dibêje ji ber wê jî li hemberî gerîla çekên ku li gor yasayên dewletên navnetewî qedexe ye ango çekên kîmyayî yên taybet tên çêkirin, çekên nûkleerî yên taktîkî, termobarîk û fosforî yên ku li deverên cuda û teng bi bandor in bikar tîne. Karayilan got, “Artêşa Tirk ji hewa û bi çekên qedexekirî li dijî me şer dike. Em bi vîn, cesaret û keda gel li dijî wan têdikoşin.” Di berdewamiya axaftina xwe de Karayilan bal dikişîne ser wê yekê ku sê mehên pêşiya me ji bo şerê gerîla gelek girîng in, şerê hebûn û tinebûnê bi rê ve dibin û ji ber vê yekê divê her kes çi ji destê wan tê bike.

PÊNGAVA DEM DEMA AZADIYÊ YE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok li ser pêngava KCK’ê ya di 12’ê Îlona 2020’an de bi dirûşmeya “Ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re bes, dem dema misogerkirina azadiyê ye” nivîsî. Andok di nivîsa xwe ya bi sernavê “Kapasîteya Kurdan a têkoşînê wê her tiştî diyar bike” de wiha got: “Pêngava Dem Dema Azadiyê ye di van du salên dawî de bi gelek çalakî û merasîmên cihêreng, bi taybetî di qada navneteweyî de asteke mezin bi dest xist. Di vê serdemê de herî zêde hewldanên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku karakterê neteweyî û herêmî derbas kiriye û her ku diçe zêdetir bûye rêberekî cîhanî, pêş ketiye.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda ku di çarçoveya tevgera jinê de pêngavê dinirxîne, diyar kir ku erka bingehîn a pêngavê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistan û jinan e. Hêvî Nûda got, “Em weke tevgera jinê hem hêza xwe ji vê berxwedana dîrokî ya Rêber Apo digirin û hem jî vê berxwedanê çavkaniya bingehîn a pêngava xwe û armanca ku tê rêvebirin diyar dikin. Ya ku bi rastî rê li ber pêşketina pêngava me vedike, teşhîrkirina rastiya Îmraliyê û azadiya Rêber Apo ye.”

NATO HEWL DIDE KONSEPTEKÎ KU RÛSYA-ÇÎN-ÎRANÊ DIKE HEDEF PÊŞ BIXE

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di gotara xwe ya bi sernavê “Rêya serketinê fêmkirina pergala piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn re derbas dibe” de, destwerdana hêzên global a li herêmê û guhertinên muhtemel ên li herêmê li kû û çawa pêş bikeve, analîz dike. Kalkan got, “Heta niha di navbera Tirkiye û Yewnanistanê de hevsengiyê ava dikirin, lê niha giraniyê didin Yewnanistanê. Li Yewnanistanê tesîsên leşkerî çêkirin, F-35 dan. Ji ber vê yekê, bi xurtkirina tifaqa Îsraîl-Ereb li Rojhilata Navîn û Yewnanistan li Ewropa û Balkanan, Tirkiye li derve dimîne. Bersiva pirsa “Çima têkiliyên Tirkiyê bi Tehran û Rûsyayê re ewqas baş bûne?” divê li vir bê gerandin.

GIRTÎGEH ŞAHIDÊ BERXWEDANA JINAN E

Zîlan Kaya di nivîsa xwe ya bi sernavê “Dîroka Berxwedana Jinê ya li Girtîgehê” de dibêje, “Bi darbeya 12’ê Îlona 1980’î re li Kurdistanê bi komî dest bi girtina jinên şoreşger kirin û bi vî rengî kevneşopiya berxwedanê ya zindanan ku heta niha berdewam dike, destpê kiriye. Sara (Sakîne Cansiz) a ku di nava kesên di koma Elezîzê de hat girtin, bi helwesta xwe ya şoreşgerî ya ji dema binçavkirinê ya li hemberî êşkenceyên faşîst ên dijmin, destpê kir, di nava PKK’ê de bû sembola berxwedana jinê.”

Di hejmara meha Îlonê ya Serxwebûnê de nivîsên Cemal Şerîk ên bi sernavê “Darbe û rastiya 12’ê Îlonê”, Koordînasyona Komalên Ciwan “Ciwanên Şoreşger ên Kurdistanê Wê bibin Pêşengê Berxwedana Civakî û Şer” û nivîsa bîranînê ya bi Kurdî ya Cemşît Serhed a li ser Şehîd Şukru Serhed nivîsandiye jî cih digirin.

Hûn dikarin ji serxwebun.info xwe bigihînin gotarên Serxwebûnê.