Gerîlayê PKK’ê Bawer li Stockholmê hat bîranîn

Gerîlayê PKK’ê yê bi navê Mihemed Emîn Reso (Bawer) ku sala 1993’an li Kerboranê şehîd bûbû, li Stockholmê bi tevlîbûna Kurdistanî û malbata wî hat bîranîn.

Li Stockholmê ji bo bîranîna gerîlayê PKK Mihemed Emîn Reso ê bi navê kod Bawer yê ji gundê Selam a bajarê Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê ye û di bihara 1991’an de tevlî refên gerîla bûbû û di sala 1993’an de li navçeya Kerboran a Bakurê Kurdistanê şehîd bûbû merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Nasnameya gerîlayê şehîd Mihemed Emîn Reso (Bawer) hefteya bihorî  ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ya bajarê Dirbêsiyê hatibû ragihandin.

Merasîma bîranînê ku li Komeleya Çand û Hûnerê ya Stockholma paytexta Swêdê bi amadebûna malbata şehîd hatibû lidarxistin. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna gerîlayê şehîd û hemû şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di bîranînê de Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Stockholmê Menîce Yîgît peyamek peşkêş kir. Piştî peyamê li ser navê malbata gerîlayê şehîd Bawer birayê wî Mehmûd Reso axivî. Reso got; “Em li ser navê malbata şehîd Mihemed Emîn Reso şehadeta wî li amade bûne. Her wek tê zanîn di gundê me bi sedan şehîdên xwedî nav û deng hene û birayê min jî yek ji wan bû.”

Birayê şehîd bi vegotina gotineke birayê xwe yê şehîd axaftina xwe wiha domand: “Tê bîra min gotineke birayê min ê şehîd hebû ku digot: ‘Em tim dibêjin ku bav û kalên me ji bo me zêde tiştek nekirin, lazim e em bixebitin da ku nifşa li pey me jî nebêjin ku bav û kalên me ji bo me tiştek nekirin’. Ev gotin weke niha ji bo me derbazdar e û li ser vê bingehê em wek malbata şehîd soza domandina rêç û doza şehîdên xwe didin û em ê şopdar bin.”

Di berdewamiya bîranînê de sînevîzyona ku ji bo bîranîna şehîd Bawer hatibû amadekirin, hate nîşandan.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bidawî bû.

Agehiyên li ser nasnameya gerîlayê PKK’ê yê şehîd Mihemed Emîn Reso (Bawer) wiha ye:

Nasnav: Bawer Dirbêsiyê

Nav û paşnav: Mihemed Emîn Reso

Navê Dayîk: Xirsê

Navê Bav: Ezîz

Dîroka ji dayîkbûnê: 1974

Cihê Ji dayîkbûnê: Dirbêsiyê-gundê Selam

Dîroka beşdariyê: Bihara 1991

Dîroka şehadetê: 1993-Kerboran