Gerîla TV dîmenê çalakiya li Zapê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya Zapê weşand. Di wê çalakiyê de 4 dagirker hatibûn cezakirin û cenazeyê 2 dagirkeran jî di bin kontrola gerîlayan de mabû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê ev agahî dabû:

“Di 29’ê Gulanê di destê sibehê de serbazên artêşa Tirk a dagirker xwestine komek dagirkeran bişînin ser çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn. Hêzên me dîtine ku leşkerên Tirk nexwestine bi pêş ve biçin û bi serbazan re nîqaş kirine.  Serbazên dagirker piştre komeke ji 4 kesan pêk dihat, şandine ser çeperên şer. Ev dagirker dema li dora çeperên şer bûn, hêzên me ev dagirker xistine bin kontrolê û bi taktîka sabotajê li wan dane. Di dema teqînê de 2 dagirker ji zinarê ketine. Hêzên me bi çekan û bombeyên destan her du dagirkerên din ceza kirine. Hêzên me çûne ser cenazeyên leşkeran û cenaze xistine bin kontrola xwe. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatine cezakirin, alavên leşkerî û çekên dagirkeran jî hatine îmhakirin. Cenazeyê 2 dagirkeran di bin kontrola hêzên me de ye. Êvarî leşkeran dîsa xwestine bi pêş ve biçin lê hêzên me dîsa li dagirkeran dane û dagirker nekarîne bi pêş ve biçin.”