'Em ê ji bo azadiya Rêberê xwe têkoşînê mezin bikin'

Endamên NCDK’ê ya eyaleta Sachsen Nobeda Azadiyê dewir girtin. Li ser navê komê Mûstafa Gungorur axivî û bang li gel û ciwanên Kurd kir ku li dora têkoşînê bicivin.

Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de Nobeda Azadiyê li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo azadiya fîzîkî û rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, kete hefteya 529’an.

Nobeda Azadiyê ya vê heftê ku Kurdistanî li Ewropayê her hefte li cihek hevpar didomînin, endamên NCDK’ê yên eyaleta Sachsen a Elmanyayê dewir girtin. Di koma nû de Mûstafa Gungorur, Abdullah Karakaş û Taner Çelîk cih digirin.

Li ser navê komê Mûstafa Gungorur axivî û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de vîna gelê Kurd û hemû gelên bindest e û got ku bi taybet Rêbertî pêşengiya ciwanan a têkoşînê ye.

Gungorur got, "Bi dîlgirtina Rêberê me re hewl hat dayîn îradeya gelê Kurd bê tinekirin. Berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê komploya navneteweyî pûç kiriye û ev berxwedan tê wateya vejîna gelê Kurd.”

'DEWLETÊN EWROPAYÊ HEVKARÊN ÊŞKENCEYA TECRÎDÊ NE’

Mustafa Gungorur anî ziman ku hevkarên komploya navneteweyî dewletên Ewropayê ne û da zanîn ku Ewropa, behsa mafên mirovan û demokrasiyê dike, van nirxan tenê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî weke amûreke siyasî bi kar tîne û wiha dewam kir, “Ger rastî li gorî mafê mirovan, demokrastî tevgeriyaba, wê nebana hevparê êşkenceyê. Dewletên Ewropayê hevkarên sûcê mirovahiyê ne ku dewleta Tirk li dijî Rêbertiya me û gelê me kiriye.”

Mustafa Gungorur da xuyakirin ku Konseya Ewropa û CPT'ya girêdayî wê erkên xwe bi cih naynin û got, "Eger ew ê li hemberî gelê Kurd rexnedayîneka dîrokî bikin, divê bi lezgîn ji bo azadiya Rêberê me gavan biavêjin."

Mûstafa Gungorur êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi hevkariya PDK’ê şermezar kir, berxwedana dîrokî ya gerîla jî silav kir û bang li gelê Kurd bi taybetî jî li ciwanên Kurd kir ku li dora berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê bibin yek.