Doza siyasetmedarê Kurd Ayaz ê li Qibrisê girtî, hat taloqkirin

Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz ku li ser biryara girtin û şandinê ya dewleta Elman, li Larnakayê hat dîtin. Şandeya dadgehê, qewilê girtinê heta roja Înê dirêj kir.

Kenan Ayaz, 15’ê Adarê roja Çarşemê ji bo biçe serdana malbata xwe ya li Swêdê, li balafirgeha Larnakayê, ji aliyên polîsên Qibrisê ve hat destgîrkirin.

Rûniştina doza siyasetmedarê Kurd ku bi boneya biryara girtin û şandinê ya Elmanyayê hat girtin, li dadgeha Larnakayê hat dîtin.

Şandeya dadgehê, ji ber kêmbûna belgeyan, qewilê girtinê heta bi roja Înê dirêj kir.

Beriya rûniştinê, rêxistinên ciwan ên enternasyonalîst, belavok li Larnakayê belav kirin.

Di belavokê de ku bi sernavê “Em bi siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz re ne“ hat nivîsandin, îşaret bi têkiliya siyasî ya Elmanyayê û Tirkiyeyê hat kirin.

Di belavokê de wiha nivîsandî bû: “Di şexsê Ayaz de, gelek û têkoşîna wî ya azadiya tên darizandin. Têkoşîna Ayaz, ji bo jiyana bi azadî ya gelan a bi hev re ye. Dewleta Qibrisê, bi girtina Ayaz, dibêje ku ew jî hevkarekê şer ê NATO û Tirkiyeyê ye. Eger biryara şandina Elmanyayê bê dayîn, dadgehên Qibrisê jî wê bibin alîgir.“

Di lîstika fûtbolê de ku li Lefkoşayê hat lîstin, ciwanên enternasyonalîst, pankartê li ser “Azadî ji bo siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz“ nivîsandî, vekir.

Koma alîgirên tîma fûtbolê ku ji xwe re dibêjin GATE 9, ev daxuyanî da: “Em GATE, her tim bi wan gelan re ne ku ji bo azadiyê têdikoşin. Em bi wan kesan re ne ku ji bo şoreşê canê xwe dane. Rêza me ji kesên wek Kenan Ayaz re ku jiyana xwe di ber têkoşîna şoreşker de dane, heye.“