Di standa îmzeyan a li Krefeldê keziyên porê jinan!

Di standa îmzeyan a ku ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteyên qedexe her roja Înê li Krefeldê tê danîn de, bi danîna keziyên porê jinan bal hat kişandin li ser pêkanînên hovane yên DAÎŞ'ê yên di 3'ê Tebaxê de li dijî jinên Êzidî pêk anîn.

Li bajarê Krefeld ê Elmanyayê, Meclîsa Şehîd Ûgûr Şakar û dostên wê, ji bo PKK ji lîsteyên qedexe yên Yekîtiya Ewropayê bê derxistin standa îmzeyan danîn.

Standa îmzeyan a ku vê hefteyê li Krefeldê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe hat danîn, ji bo jinên Kurd ên Êzidî yên ku beriya 8 salan ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin, hat danîn. Keziyên porê jinan weke sembol hatin bikaranîn.