Di Festîvala Antîfaşîst de tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Di Festîvala Antîfaşîst a li Yewnanîstanê de hatî li dar xistin de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, hate şermezarkirin.

Festîvala Antîfaşîst a ku her sal ji aliyê anarşîst, sosyalîst û şoreşgerên Yewnanîstanê ve tê organîzekirin, îsal jî bi coş hate lidarxistin. Endamên Komeleya Çanda Kurdistanê û gelek sazî beşdarî festîvala ku li Parka Zanîngeha Zagrofî hat lidarxistin bûn. Di festîvalê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin.

Di axaftinan de nûnerên rêxistinên gel pirsgirêkên ku jiyane, îdealên xwe û girîngiya têkoşîna hevpar anîn ziman. Di axaftinan de tecrîda li ser Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê hatin şermezarkirin. Her wiha hat gotin ku têkoşîna azadiya Kurdistanê ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke jiyanî ye, hat destnîşankirin ku ew ê heta dawiyê xwedî li têkoşînê derkevin.

Piştî axaftinan govend hat gerandin û stran hatin strandin. Koma Folklorê ya Şehîd Binevş Agal a Komeleya Çanda Kurdistanê jî derket ser dikê. Koma folklorê ku bi gelek dîlanan reng li festîvalê zêde kir, bi beşdaran re jî coşek mezin çêkir.