Dewleta Tirk êrîşê bi dehan gundan kir

Dewleta Tirk a dagirker bi hewan, obus û çekên giran êrîşê bi dehan gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe, îro jî êrîş birin ser bi dehan gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Dewleta Tirk gundên Meyase û Zirnehîtê yên Şêrawayê, gundên Til Leben, Gozeliyê, Um El Xêr û Mezreya Şiwêş ên Til Temirê, gundê Salûk ê Girê Spî, gundên Til El Werd û Xirbert Şeir ên Zirganê, gundên Keştiar û Bênê yên Efrînê, gundê Qeremox ê li rojhilatê Kobanê û cîhazên Syra Tel’ê bi hewan û çekên giran dan ber bombeyan.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êvarê gundên Çelebiyê, Zormixar, Mersimêlê, Şêxler, Şiyûx, Çarixli, Merc Îsmaîl, Cişan û Qeremox ên Kobanê, bajarokê Silûk ê Girê Spî û gundên Hoşan, Dibis û Fatsa yên Eyn Îsa bombe kirin.