Dayika şehîd Yildiz: Em Rêberê xwe dixwazin

Nobeda Azadiyê bi endamên KOMAWê dewam dike. Bi navê KOMAW'ê dayika şehîd, Xanê Yildiz axivî û got, "Ez ketim 80 saliya xwe. Bibim 100 sal jî ez ê ji bo Rêberê xwe bêm vê derê. Em Serok Apo dixwazin. Êdî tehemûla me nemaye."

'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê hate destpêkirin, di hefteya 569'an de dewam dike.

Nobeda ku her hefte ji aliyê komên ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê ve tê meşandin, vê hefteyê bi endamên Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) dewam dike.

Kom ji Xanê Yildiz, Selamat Mat, Selîm Oltan û Mehmet Şîrîn Akbaş pêk tê.

Dayika şehîd, Xanê Yildiz bi navê komê axivî, hêrsa xwe ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi van gotinan anî ziman: "Me soz dane Rêber Apo; em ê ji rêya şehîdên xwe venegerin. Bi taybetî silavên xwe ji Serok Apo re dişînim. Em bang li tevahiya cîhanê dikin, bang li wan hêzan dikin ku Rêberê me teslîmî dewleta Tirk kirine; em Rêberê xwe dixwazin. Em tiştekî din ji dewletan naxwazin. Em daxwaza Rêber Apo dikin. Ne parêzer ne jî malbat nikarin wî bibînin. 2 sal di ser re derbas bûn, agahiya me jê nîne. Ez ketim 80 salî, bibim 100 salî jî ez ê ji bo Rêberê me bêm li vê derê rûnêm. Em Serok Apo dixwazin. Bi vê wesîleyê silavên xwe yên taybet ji lehengên me yên li çiyayên Kurdistanê re dişînim."

'XWE KER Û KOR NEKIN, ME BIBÎNIN!'

Yildiz diyar kir ku êdî tehemûla dayian ji bêedaletiya li gelê Kurd tê kirin nemaye û got, "Girtîgeh tijî kirine. Dayikên me, keçên me, mêrên me girtine; ti dewlet nabêje 'ev jî mirov in'. Nabêjin 'Mafên van jî hene'. Hemû bûne yek û xwe bêdeng dikin. Ma gelo em mirov nînin? Mafên me jî hene. Em ji xaka xwe hatin derxistin. Em daxwaza Rêberê xwe dikin, daxwaza welatê xwe dikin. Bang li dewletên navneteweyî dikim; xwe ker û kor nekin. Êdî bes e, me bibînin! Tehemûla dayikan êdî nameye. Em li pişt Rêberê xwe ne, li pişt şehîdên xwe ne. Bijî Serok Apo, şehîd namirin."