Dadgeheke Elman çeteyekî DAÎŞ'ê ji ber Qirkirina Êzidiyan mehkûm kir -NÛ BÛ

Çeteyê DAÎŞ'ê Taha El C. ku li Elmanyayê tê darizandin, ji aliyê dadgeha Frankfûrtê ve bi sûcê Qirkirina Êzidiyan hate mehkûmkirin. Cezayê girtîgehê yê heta dawiya emrê xwe li çete hate birîn.

Çeteyên DAÎŞ'ê bi hevkariya hin hêzên herêmî û navneteweyî di 3'ê Tebaxa 2014'an de êriş bir ser Şengalê û bi hezaran Êzidî qetil kirin, bi hezaran jin û zarok revandin û li bazarên dîlgirtiyan firotin.

Ev kiryara DAÎŞ'ê li gorî hiqûqa navneteweyî qirkirin bû ku bi armanca tunekirina civatekê hatibû kirin.

Fermana Şengalê piştî 7 salan li cîhanê yekemcar ji aliyê dadgehekê ve bi navê "qirkirinê" hate qebûlkirin.

Biryara naskirina qirkirinê îro li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê ji aliyê Dadgeha Bilind a Eyaletê ve hate dayin.

Çeteyê DAÎŞ'ê Taha El Jûmaîlly ê Iraqî, ku ji Nîsana 2020'î û vir ve li Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Frankfûrtê dihate darizandin, îro rûniştina biryardana vê dozê bû.

Çete Taha El Jûmaîlly ji ber ku sala 2015'an zarokeke Êzidî ya ku tevî dayika wê li bazara dîlgirtiyan kirî û bû sedema kuştina wê zarokê, dihate darizandin.

Dadgehê têkildarî fermana dijî Êzidiyan, pênaseya 'qirkirinê' bi kar anî û biryar da ku çeteyê DAÎŞ'ê Taha El Jûmaîlly li dijî mirovahiyê sûc kiriye.

Dadgehê cezayê girtîgehê yê heta dawiya emrê xwe li çeteyê DAÎŞ'ê Taha El Jûmaîlly birî.

Her wiha biryar da ku ji dayika zaroka hate qetilkirin re jî 50 hezar euro tazmînatê bide.

Fermana ku sala 2014'an li Şengalê hate rakirin, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û hin saziyên navneteweyî ve weke qirkirinê yan jî di asta qirkirinê de hatibe naskirin jî, hîn ji aliyê dadgehê ve biryareke wiha nehatibû dayin.

Lewma biryara ku îro dadgeha li Frankfûrtê da, ji bo fermîkirina Qirkirina li dijî Êzidiyan girîng tê dîtin.

Beriya mehekê jî li bajarê Munchenê, dadgehê hevsera çete Taha El Jûmaîlly, çeteya DAÎŞ'ê Jennifer Wenisch jî, ji sûcê birçîhiştin û qetilkirina zarokeke Êzidî mehkûm kiribû.

Dadgehê 10 sal cezayê girtîgehê li Jennifer Wenisch birî bû.