Dadgeha Elman doza YPG/YPJ’ê ya bi daxwaza dewleta Tirk hatibû vekirin red kir

Dadgeha Hannoverê, di doza ku bi daxwaza dewleta Tirk li aktîvîstê Kurd Ciwan Çelîk hat vekirin de, biryar da ku hilgirtina alên YPG/YPJ’ê û propagandaya wê kirin ne sûc in.

Li aktîvîstê Kurd Ciwan Çewlik ê bi salan li Elmanyayê xebatên siyasî û hunerî dikir, ji ber ku 20’ê Tîrmeha 2019’an ji bo ku bibe piştgir ji berxwedana YPG/YPJ’ê û Şoreşa Rojava pîroz bike derket ser dikê, Wezareta Edaletê ya Tirk derheqê wî de lêpirsîn vekir.

Bi daxwaza Tirkiyeyê, Dadgeha Bilind a li bajarê Hannover ê Elmanyayê doz li hunermend Ciwan Çelîk vekir. Ciwan Çelîk, îro derket pêşberê Dadgeha Bilind a Eyaletê.

Parêzerê Ciwan Çelîk Dundar Kelloglû, biryarên dadgehên Elman ên berê ji bo YPG/YPJ’ê dane, bi bîr xistin û got ku miwekîlê wî tu sûc nekiriye, lewma divê dadgeh, guh nede serlêdana Tirkiyeyê.

‘DIVÊ ELMANYA XWE JI ZEXTA DEWLETA TIRK RIZGAR BIKE’

Şandeya dadgehê, biryara xwe aşkere kir, da zanîn ku di dozê de tu sûc nîn e. Parêzer Kelleoglû, biryara dadgehê bi erênî dît û hêvîdariyên xwe ji Elmanyayê wiha anîn ziman: “Divê Elmanya nebe şirîkê zextên dewleta Tirk ên li ser penaberên li Elmanyayê dijîn û xwediyê helwestek a zelal be.”

Ciwan Çewlik ê piştî biryara dadgehê ji ANF’ê re axivî, da xuyakirin ku ew ê gotina stranan ji bo YPG/YPJ û Şoreşa Rojava bidomîne û tirsa wî di vê mijarê de ji tu hêzekê nîn e û wiha pêde çû: “Em biheq in û em ê tim li ber neheqiyê rabin, em ji we natirsin, hûn nikarin me bêzar bikin.”

DADGEH: GIŞTÎNAMEYA SALA 2017’AN DERYASAYÎ YE

Wezareta Kar û Barê Navxweyî, bi giştînameyek a 2’yê Adara 2017’an, tevî alên PYD, YPG/YPJ’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek sembolên ayîdê Tevgera Azadiyê ya Kurd qedexe kiribûn.

Piştî giştîname ji 16 eyaletên Elmanyayê re hat şandin, siyaseta sûcdarkirina Kurdan a li Elmanyayê yekcar zêde bûbû. Bi taybetî bi hinceta giştînameyê polîsên Elman girtibû bi ser malên aktîvîstên Kurd û Elman ên li Bavyerayê de. Lê gelek dadgehên xwecihî yên li Elmanyayê, biryar dan ku alên YPG/YPJ û PYD’ê ne sûc in.