Bi merasîmeke bi heybet cenazeyên şehîd Rêzan Cavîd û Dijwar Kobanê hatin veşartin

Bi tevlêbûna hezaran şêniyên Herêma Cizîrê cenazeyên şehîd Rêzan Cavîd û Dijwar Kobanê bi merasîmeke bi heybet spartin axê. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku wê teqez tola şehîdan bê hilanîn.

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê, cenazeyên şervanê YPG’ê Dijwar Kobanê û endamê Desteya Rêveber a Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) li Goristana Şehîd Dijwar ya li gundê Dawûdiye ya bajarê Hesekê spartin axê.

Rêzan Cavîd 6’ê Tebaxê di encama êrîşa balafira bê mirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker a li taxa Sînaa ya Qamişloyê de û Dijwar Kobanê jî 10’ê Tebaxê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de li gundê Mela Sibat ê Qamişlo de şehîd bû.

Destpêkê girseya gel cenazeyên şehîdan ji pêşiya avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê girt û bi karwanekî ji dehan wesayîtan ku bi wêneyan şehîdan û gulan hatibûn xemilandin, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê deqeyeke rêz hat girtin û ji aliyê şervanên YAT, QSD, YPJ û YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.

Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got: “Em bejna xwe li ber lehengiya şehîdan ditewînin. Şehîd pêşengên me ne û ji bo hemû gelan minare ne. Bi saya wan em li vir in.”

Rojda Ehmed destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker wê nikaribin vîna gelê herêmê têk bibe, berovajî wê israra wan zêde bike da ku destketiyên şehîdan û projeya demokratîk a îdeolojiya Rêber Abdullah Ocalan, biparêzin.”

Her wiha di merasîmê de berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd axivî û got: “Şehîdan gelên herêmê ji komkujiyan parastin. Dewleta Tirk a dagirker jî êrîşên xwe li dijî herêmê didomîne da ku projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş têk bibe.”

Mehmûd axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk nikare dîroka berxwedêran li her çar parçeyên Kurdistanê ji holê rake. Karê me yê ji bo girtina sîxurên ku ji bo planên dagirkeran dixebitin, berdewam e. Teqez wê hesab ji wan were xwestin.”

Di merasîmê de endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî destnîşan kir ku gelên herêmê yên zarokên wan canê xwe feda kirin, xwediyên vê axê ne û diyar kir: “Dagirker nikare xewna xwe pêk bîne ku gelên azadîxwaz tune bike. Bi teqez wê têk biçin û îradeya azad wê bi ser bikeve.”

Foza Yûsif soz da malbatên şehîdan, heta ku armancên wan pêk bînin ew ê rêya şehîdan bişopînin. Her wiha bang li ciwanan û şêniyan kir ku li hember xeta xiyanetê bisekinin, tevlê nava refên hêzên leşkerî bibin da ku êrîş û planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî axivî û got ew ê gelên herêmê heta dawiyê biparêzin. Her wiha diyar kir ku gelên herêmê wê heta pêkanîna azadiyê, jiyana birûmet û biratiya gelan di bin sîwana projeya demokratîk de bê westan kar bikin.

Dayîka şehîd Lolo Hisên, Selma Mihemed çek li pêşiya beşdaran hilda û soza berdewamkirina berxwedanê û sekna li rex hêzên leşkerî di berxwedana wan a li hember êrîşên li dijî herêmê de da.

Paşê girseya gel cenzayên şehîdan Dijwar Kobanê û Rêzan Cavîd li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.