Bêrîtan û şehîdên meha Cotmehê li Stockholmê hatin bîranîn

Şehîdên meha Cotmehê di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de li Stockholmê hatin bîranîn.

Gerîlaya PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegear 29'an a şehadeta xwe de û şehîdên meha Cotmehê yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li paytexta Swêd Stockholmê bi civînekê hatin bîranîn.

Bîranîn bi pêşengtiya saziya malbatên şehîdan a li Stockholmê hate lidarxistin û danê nîvro li komeleya çandî hunerî ya kurd li Stockholm’ê destpê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan bi navê saziya malbatên şehîdan Letîf Hestrekî axivî. Hestrekî diyar kir ku heta xeta Bêrîtan hebe wê xeta xiyanetkaran ti carî bi ser nekeve û got, "Ev ji dost û dijmin re li her çar hêlên Kurdistanê eşkere bûye ku ev îradeya jina Kurd azad e."

Piştî axaftinê sînevzîyona li ser jiyana şehîd Bêrîtan û cangoriyên pêşeng ên meha Cotmehê hatibû amadekirin, hate nîşandan.

Dûre Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad axivî û got, "Îro rojeke pir taybet û watedar e, ji ber ku îro salvegera şehdata şoreşger û keça Kurd a leheng Bêrîtan e. Têkoşer û şoreşgerên Kurdistanê ku îro li çiyayên Kurdistanê li ser xeta Bêrîtan û şehîdên Cotmehê de dimeşin, em silav dikin. Mixabin piştî 29 salan em qala pêvajoyek dikin ku ev pêvajo roj bi roj berdewam dibe û di roja îro de heman tişt diqewime. Ev yek ji bo me nîşan dide ku xeta koletî, dijminayetî û nokerî ya li ser gelê me, bi her awayekî li himber têkoşîna azadiyê bikar tînin. Ji ber ku em xwedî xet û nirxeke pir mezinin. Şopînerê rêça wan şehîdanin. Ji ber em xwedî felsefe û riyeke pir mezinin ku wan rêbazên qirêj li himber gelê me bikar tînin."

Zeyneb Mûrad bi dewamî got, "Dersa ku lazime em ji xeta Bêrîtan û cangoriyên meha Cotmehê derbixin ew e ku ew roj bi roj ji bo me dibin bingeh, dibin rênîşanderên têkoşîna me. Raste îxanet mezin bû, lê xeta berxwedaniyê ya li ser şopa Bêrîtanan jî mezintir û watedartir bûye. Ji ber ku xeta hevala Bêrîtan wisa kir ku em îro bibin xwedî hêz û artêşa jinan. Bi taybetî bi çalakiya hevala Bêrîtan îspat bû ku jina Kurd dikare ji azadiyê re pêşengayetî bike."

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad di dawiya axaftina xwe de got, "Em weke gelê Kurd lazime em ji xwe re bikin dersek mezin ku hêza me, baweriya me û îradeya me heye. Wisa bûye ku jina Kurd di cîhanê de bibe mînak û em wek jinên Kurd şanazî û serbilindiyê bijîn. Îro erka li ser milê her kesekî ye ku bi helwest û gotinên xwe li himber xeta îxanetê derbikeve û banga xwe ya ji yekitiya Kurd xurt bike û li berxwedaniya gerîlayên xwe xwedî derbikeve."

Di dewama bîranînê de siyasetmedarê Kurd Kanî Mîran axivî û got, "29 sal berê weke roja îro hevala Bêrîtan teslîmiyet qebûl nekir û di şikêran de avêt. Bi vê çalakiya xwe, xeta jina azad ava kir. Îro jî heman xeta îxanetkar û rûyê reş a Kurd li Başûrê Kurdistanê bi şehîdkirina gerîlayên ku ji bi azadiya Kurdistanê têdikoşin ve dewam dike." Kanî Mîran got, "Eger li çiyayên Kurdistanê gerîla bişkê an nemîne, bila her kes bizanibe ku îradeya Kurd a azad wê bişkê û têk biçe. Ev çil sale ku bi her awayî hewildanên dijmin ji bo têkbirina saziya herî mezin a Kurdan HPG têk bibin. Eger hêza Kurd lawaz bibe, wê tu kes nekaribe rihet bijî. Ev weke komployek berdewam dike. Çawa ku hevala Bêrîtan hatibû dorpêçkirin û banga teslîmiyetê lê dikirin, îro jî li heman cih gerîlayên me dorpêç kirine, dixwazin teslîm bigrin û bi ser de pîvanên mirovatî binpê dikin û çekên kîmyewî bikar tînin."

Kanî Mîran got, "Em bi çalakî û helwestên xwe dikarin wan çekên jehrî bidin rawestandin. Ji ber ku rêber APO li Îmraliyê teslîm nebûye, îro ev şer li ser Kurdan dimeşe. Ji ber vê jî pêvajoya 'Dem dema azadiyê ye' watedare."

Hunermed Murat Emen stranên xwe yên li ser şehîdên Cotmehê stra û bîranîn bi dirûşmên 'Şehîd namirin', 'Bijî berxwedana gerîla' û 'Jin, jiyan, azadî' bi dawî bû.