Bêrîtan li Atînayê hate bîranîn

Gerîlaya PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li paytexta Yewnanistan Atînayê hate bîranîn.

Gerîlaya PKK'ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 29'an a şehadeta xwe de û şehîdên meha Cotmehê yên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê li paytexta Yewnanîstanê Atînaya bajarokê Lavrîoyê bi bernameyek girseyî hatin bîranîn. 

Bîranîna bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li salona konferansa Şehîd Xelîl Uysal Dax hat li dar xistin.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftin hat kirin. Di axaftinan de bahsa berxwedana Bêrîtan û şehîdên meha cotmehê hat kirin. Piştî axaftinan helbest hat xwendin.

Piştî axaftin û xwendina helbestan li ser têkoşîn û jiyana Bêrîtan sînevîzyonek hate nîşandan. Merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.