Şehîdên Qetlîama Şeladizê li Londonê hatin bibîranîn

Bi pêşengiya ciwanên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, kesên 23 û 28’ê Çileya 2019’an li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê yê Başûrê Kurdistanê bi destê dewleta Tirk û PDK’ê hatin qetilkirin, li Londonê hatin bibîranîn.

23’yê Çileya 2019’an li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê yê Başûrê Kurdistanê, 6 sivîl ji aliyê dewleta Tirk ve bi êrîşên hewayî hatin qetilkirin, bi dehan sivîl hatin birîndarkirin. Ji bo bibîranîna şehîdên Qetlîama Şeladizê li avahiya KCC ya li Londona paytexta Îngilistanê merasîm hat lidarxistin. Bibîranîn, pêşengiya ciwanên Başûr û Rojava yên li Îngilistanê hat kirin, gelek kesên bi piranî ciwan bûn tev li bibîranînê bûn.

Wêneyên şehîdên Qetlîamên Şeladizê û Parîsê hatin daliqandin. Li ber Sirûda Ey Reqîb ji bo şehîdan rêz hat girtin. Li ser Qetlîama Şeladizê sînevîzyon hat nîşandan.

Nasên qetilkiriyên Qetlîama Şeladizê jî tev li bibîranînê bûn, hewildanên dagirkirina Kurdistanê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û ji PDK’ê hat xwestin ku dawiyê li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne. Di axavtinan de hat diyarkirin ku piştî dewleta Tirk li Şeladizê qetlîam kiriye û gel li ber dagirkeran serî hildaye, PDK’ê êrîş biriye ser gel û wiha hat gotin: “Li Şeladizê gelek caran qetlîam hatine kirin. PDK, cihê ku dev ji xiyanet û hevkariya xwe ya bi rêveberiya dewleta Tirk re berde, tundûtûjî li gel kir ku li ber dagirkeran rabû. PDK’ê êşkence li xelkê kir, li bi dehan Kurdistaniyan xist. Bimire xiyanet.“

Di bibîranînê de bê navber dirûşmeya “Şehîd namirin“ hat berzkirin, helbestên li ser şehîdên ciwan nivîsandî, hatin xwendin û guhdariya stranan hat kirin.