Şehîdên Meha Gulanê li Stockholmê hatin bibîranîn

Li Stockholmê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan, Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn.

Li Stockholmê bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan, Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn. Komeleya Çand û Hunerê ya Kurd a Stockholmê û gelek Kurd tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.

Di bîranînê de Mîrhem Yîgît axivî û di serî de şoreşgerên wekî îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Ferhat Kurtay, Eşref Yanik, Mahmût Zengîn, Necmî Oner û Mazlum Dogan bi bîr anî. Yîgît got ku civak li gorî pêvajoyan lehengan diafirîne û got “Divê civak van lehengan baş fêm bike û li ser rêça wan bimeşe. Nav, ked, xebat û hebûna her şehîdekî/ê, wek roman û destanekê ye. Bê şik û guman şehîdên me gelek in, ji xwe ev tevger û welatê me jî yên şehîdan bi xwe ne. Mêrxas û jinxasên nejibîr ên gelê me gelek in. Gelek ji wan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê jî bûne mînak û sembol. Li welatên xelkê hin roj an hin demên diyarkirî yên ji bo şehîdan hene, lê li welatê me ji ber dijminên xwînxar û xedar her kêlî şehadetên pir mezin û ji serdema Kawayê Hesinkar heya bi Kawayê hemdem û heya bi vê kêliyê jî şehîd û cangoriyên me hene. Pêşengên wek Hakî Karer, Halîl Çavgûn, Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî yên ku 18'ê Gulanê di girtîgehên li Tirkiyeyê û Amedê di bin êşkence, zext û rewşên pir giran de bûne pêşengên pêşeroja Kurdistanê û her wiha Ferzad Kemanger, Alî Heyderiyan, Şîrîn Elemhûlî û Ferhad Wekîlî ku li ser rêça berxwedana Girtîgeha Amedê meşiyan, li paytexta Îranê di Girtîgeha Evînê ya li bajarê Tehranê heya bi kêliya dawîn li ber xwe dan.’’

Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser Şehîdên Meha Gulanê hatibû amade kirin, hate nîşandan û bîranîn bi dirûşmeyên ‘’Şehîd namirin’’ bi dawî bû.