Şehîdên Meha Gulanê li Lozanê hatin bîranin

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê ji bo şoreşgerên di meha Gulanê de şehîd bûne merasîmek hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Saziya Malbatên Windayan û Şehîdan (KOMAW) li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî tev li bîranînê bûn. Li eywana bîranînê wêneyê şehîdan û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hatin daliqandin. Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin.

Di bîranînê de ewilî Endama TJK-E Zozan Serhat, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser şehadeta Hakî Karer bibîr anî û got:"Xiyanetkarên ku duh Hakî Karer şehîd kirin, îro jî di çarçoveya heman komployê de zarokên gelê Kurd ên ku bedena xwe ji madeyên kîmyewî re kirine mertal, kirin hedef. Weke malbatên şehîdan, yekane bersiva me ya li hemberî xiyaneta PDK’ê û dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê, azadkirina Rêberê me û afirandina Kurdekî azad, Kurdistana azad be. Roja ku em Rêberê xwe azad bikin, em ê vîna şehîdên xwe bi cih bînin."

Piştî axaftina Serhat, banga tevlêbûna bîranîna girseyî ya ku wê dîsa bi pêşengiya KOMAW'ê li bajarê Grellingen ê Kantona Solothurnê bê lidarxistin, hat kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ bi dawî bû.