Şehîdên Meha Gulanê li Hannoverê hatin bibîranîn

Li Hannoverê Şehîdên Meha Gulanê, bi şiara “Şehîdên meha Gulanê duh, îro û sibeha me ne” hatin bibîranîn.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi sedan kes li ber Haûptbahnhofê hatin ba hev û Şehîdên Meha Gulanê bi bîr anîn.

Meclîsa Gel a Kurd a Hannoverê, ATÎK, ADHK û Internatîonalîstîsches Arbeîter: înnenjugendbundnîs Hannover, Partîzan, Meclîsa Jin Ronahî, Komeleya Komun, DKP û ADGB tev li mitînga bi şiara “Şehîdên meha Gulanê duh, îro û sibeha me ne” hat destpêkirin bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin û daxuyaniyên bi zimanên cuda, Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Hannoverê Xoşnav Ata axivî û got: “Em di meha Gulanê de ne û pêvajoya dawîn a dijminatiya Kurd ji keleha berxwedanê Zapê vegerî. Wek wan nebû û careke din bi binketin.”

Nûnerê li ser navê ATÎK’ê jî axivî, wiha got: “Wekî ku rêberê me Kaypakkaya jî gotiye, şoreşa Tirkiyeyê bi azadiya gelê Kurd pêkan e. Jiyîn û jiyandina Şehîdên Meha Gulanê rûmet e. Em jî dibêjin ku li rûmeta xwe bibin xwedî.”

Pankart û dowîzên Îbrahîm Kaypakkaya, Çaran û peyrewên wan, hatin hilgirtin û bê navber dirûşmeyên “Şehîd rûmeta me ne” û “Şehîd namirin” hatin berz kirin. Girseyê di heman demê de, mekapên zer ên gerîlayanên azadiyê li piyê xwe dikin hildan û peyama bi berxwedana gerîlayan re ne dan.