Şehîdê YPG'ê Lorenzo Orsetti li Berlînê hate bîranîn

Ji bo enternasyonalîst Lorenzo Orsetti ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bû, çalakiyeke bîranînê ya girseyî pêk hat.

Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) ku anarko-komunîst û antîfaşîstekî Îtalî yê ji Florensayê bû û 18'ê Adara 1019'an di şerê dijî DAÎŞ'ê de li Baxozê şehîd bû, li paytexta Elmanya Berlînê hate bîranîn.

Çalakiya ku ji aliyê Collektiva 45 Berlino ve hate lidarxistin bi beşdariya endamên Meclîsa Nav-Berlin, Women Defend Rojava, Defend Kurdistan û bavê şehîd Alessandro Orsetti û gelek enternasyonalîstan pêk hat.

Alessandro Orsetti anî ziman ku kurê wî ji bo bibe parçeyek ji Şoreşa Rojava tevlî berxwedanê bû, ji bo cihê xwe di nava jiyana konfederalîzma demokratîk de bigire beşdarî şoreşa li Rojava bû.

Orsetti diyar kir ku li dijî zîhniyeta DAÎŞ'ê ya barbar divê mirovahî azad be û destnîşan kir ku kurê wî li şûna modernîteya kapîtalîst, tercîha xwe li sîstema modernîteya demokratîk a li Rojava daniye.

Antîvîstekî ANPI jî di bîranînê de axivî û got, "Lêgerîna azadiyê li ku be em jî li wir in" û wiha dewam kir, "Şehîd Têkoşer kete nava lêgerîna li rastiyê û ji bo parastina mirovahiyê têkoşiya."

Endamê Meclîsa Nav-Berlinê Mazlûm Karagoz jî di şexsê Lorenzo Orsetti de şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî.