Şehîd Dîdar Harûn li Hannoverê hat bîranîn

Di bîranîna li Hannoverê ya ji bo şehîd Dîdar Harûn ê ku li Ewropayê dijiya û ji wir tevlî gerîla bû hat lidarxistin de, hate destnîşankirin ku pêwîste ciwan vî şehîdê xwedî îradeyeke mezin ji xwe re mînak bigirin.

Dîdar Harûn (Gulîstan Akgol) ku di 1’ê Hezîranê de di şerê Zapê de bi 2 rêhevalên xwe re şehîd bû, li bajarê Hannover ê Elmanyayê hat bîranîn.

Çalakiya bîranînê ya ku ji aliyê Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-Jin), Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve hat organîzekirin, deqeyek rêzgirtinê ya di şexsê şehîd Dîdar de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê û berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” ve destpê kir.

Li ser navê malbata şehîd Dîdar Harûn Hunermend Serhado axivî û diyar kir ku rola ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn di warê têkoşînê de girîng e û divê her tim şehîdên weke Şehîd Dîdar ji xwe re mînak bigirin. Serhado anî ziman ku şehîd Dîdar Harûn ê ku ji zarokatiya xwe ve wî nas dike, xwedî îradeyeke mezin bû.

Piştî bîranînê ku li ser navê KOMAW û TJK-E’yê jî mafê axaftinê hat girtin, sînevîzyona ji bo Şehîd Dîdar hatibû amadekirin û nirxandina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a li ser Şehîd Dîdar hate temaşekirin.