Şehîd Andok û şehîdên meha Cotmehê li Kîelê hatin bîranîn

Bi organîzekirina Defend Kurdistanê ya Kîelê Konstantîn Gedîk (Andok Cotkar) ê ku di berxwedana Serêkaniyê de şehîd bûbû û şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.

Bi organîzekirina Defend Kurdistanê ya Kîelê Konstantîn Gedîk (Andok Cotkar) ê ku di 16’ê Cotmeha 2019’an de di berxwedana Serêkaniyê de şehîd bûbû û şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.

Defend Kurdistan Kîel, Kurdistan Solidaritatskomitte, Rojava Solidaritattekomitte, Civaka Kurdan a Kîelê, Koordînasyona Antîfa ya Kîelê, Dîe Lînke û gelek Kurd û Elman tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Di bîranînê e qala meha Cotmehê ya ji bo gelê Kurd û derbarê têkoşîna Andok axaftin hate kirin.

Ute Rub a ku dayika şehîd Andok e û enternasyonalîst jî axivîn.

Piştre sînevîzyona li ser têkoşîna şehîd Andok û vîdeo hatin temaşekirin.