Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî li Meksîkayê hatin şermezarkirin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, li eyaleta Chiapas a Meksîkayê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çarçoveya kampanya "Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên li Kurdistanê, çalakiya enternasyonalîst" li eyaleta Chiapasê çalekiyek hate lidarxistin.

Li bajarê San Cristobal de las Casas çalakiyek hate lidarxistin û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin.

Çalakî li qada çandê li Sendasê pêk hat û li dokûmantera rojnamevanê Spanî Ferran Barber a li ser Rojava hate temaşekirin.

Di nîqaşên li çalakiyê de hate destnîşankirin ku projeya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya gelên cîhanê çavkaniya hêviyê ye.

Di çalakiyê de her wiha hate pêşniyarkirin ku ji bo piştevaniya bi têkoşîna azadiyê ya Kurd komîteyeke piştevaniyê ya herêmî bê avakirin.