Çalakiyên li dijî tecrîdê li Marsîlyayê berdewam in

Li Marsîlyayê çalakiyên ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam in.

Di meha çalakiya bêdem ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DKTM) dest pê kir de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê “Nobeta Azadiyê“ hat girtin.

Girseya gel li ber nûnertiyê li hev civiya û bi pankartên bi 33 zimanan ên "Ji Ocalan re azadî" û "Ji Ocalan re azadî ku ji sala 1999'an ve di bin tecrîda giran de ye" dest bi nobetê kirin.

 ‘JI BO AZADIYA RÊBER APO EM Ê HER TIŞTÎ BIKIN!’

Di daxuyaniya li ser navê DKTM’ê ji aliyê Nezahat Serhet ve hat xwendin de wiha hat gotin:

“Ji bo Rêber Apo serbest bê berdan em ê her tiştî bikin. Ji 27’ê Tîrmeha sala 2011’an heta bi niha hevdîtina malbat û parêzeran bi Rêzdar Ocalan re bi fiîlî qedexe ye. Tecrîdeke wisa li ser e ku mirov nikare tu agahiyê ji Rêberê Kurd û hevalên wî yên girtî bigire. Malbat, parêzer û civak ji vê rewşê gelek bi fikar in. Ji Ewropayê 350 parêzer û ji Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn nêzîkê 2 hezar parêzeran ji bo çûna serdana Rêzdar Ocalan û hevalên wî yên girtî destûr ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê xwest. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji şopandina pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berpirs e, meha Kanûna ya sala 2021’yan li ser dozê sekinî û ji Tirkiyeyê xwest ku heta meha Îlonê ya 2022’yan mewzuata xwe û ‘mafê hêviyê’ li hev bîne. Lê heta bi niha bersiva hikûmetê ji aliyên din re nehatiye ragihandin. Tevî vê rewşê saziyên Ewropayê heta bi niha tu gav neavêtine û Tirkiye berpirs nedîtiye. Saziyên Ewropayê bi bêdengî û kêmasiya xwe ya pêkanîna qanûnên xwe dibin şirîkên sûcên li dijî mirovahiyê yên Tirkiyeyê.

TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD XURT BIKIN

Lê mixabin CPT bi erka xwe ranabe. Em bang li saziyên rayedar ên Yekîtiya Ewropayê dikin ku demildest tevbigerin û cezayê heta bi hetayê yê hepsê ji bo cezakirina Rêzdar Ocalan hat derxistin, bêyî ku bi dehan girtî bên cezakirin bila bê rakirin. Li gor biryareke DMME’yê ev hukum binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku di nav komployê de cih girtin, bila polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan di ber çavan re derbas bikin. Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Kurd Abdullah Ocalan xurt bikin.“

Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê dewam kir.