Çalakiya li ber CPT’yê bi dawî bû

Endamê KNK‘ê Tahir Koçer diyar kir ku Kurd di ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên provokekirin û got: “Sebra Kurdan nemaye. Em dixwazin bersivekê ji Rêbertiyê bigirin. Divê demildest parêzer pê re hevdîtinê bikin.“

Çalakiya nobetê ku 7’ê Kanûnê bi banga Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanî yên Ewropayê (KCDK-E) li Strasboûrgê dest pê kir, roja dawî pêkhateyên Konfederasyona Fed-Gel’ê yên ji Stûttgart, Esslîngen, Heîlbronn, Freîbûri Lahr, Nurnberg, Munîh û Bodenseeyê hatin dewir girtin.

Di çalakiya li ber avahiya CPT‘yê hat lidarxistin de pankartên li ser “Kurd ji bo rêberê xwe bi fikar in, Divê haya me ji ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan çêbibe“, “CPT û Konseya Ewropayê divê demildesta ji bo parêzerên Abdullah Ocalan li Îmraliyê hevdîtinekê durist bikin“ hatin hildan.

Li ser navê pêkhateyan endamê Konseya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Tahir Koçer axavtinek kir. Koçer got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hatiye girtin û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tecrîdeke giran tê tecrîdkirin. Erka CPT’yê ye ku hesabê kirinên dijmirovî bixwaze; daxwaza me ji CPT’yê ew e ku bi erka xwe rabibe.“

Koçer diyar kir ku deh sal in ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêyî navber bi deh salan çalakiya nobetê hatiye kirin û sê roj in jî li ber avahiya CPT’yê bertek nîşan didin û got: “Ji niha û pê ve ji bo azadiya Rêber Apo em ê her derê veguherînin qada têkoşînê.“

Koçer got ku Kurd di ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tên provokekirin û wiha axivî: “Sebra Kurdan nemaye. Em dixwazin bersivekê ji Rêzdar Abdullah Ocalan bigirin. Divê bihêlin parêzer û Rêzdar Abdullah Ocalan bi hev re hevdîtinê bikin.“

Tahir Koçer anî ziman ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakî û têkoşînê mimkûn e divê Kurd tev rabin ser pêyan.

Bi berzkirina dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe“, “Bijî Serok Apo“, û “Azadî ji Ocalan re“ dawî li çalakiyê hat.