Çalakiya ‘Edaletê' ya bêdem a li dijî karanîna çekên kîmyewî li ber OPCW’ê

Kurdekî bertek nîşanî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrîşên bi kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker dan û li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) çalakî lidar xist.

Kurdê bi navê Xweşnav Ata êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla, protesto kir û li ber avahiya OPCW’ê bi dovîza li ser “Dewleta Tirk biraziyê min bi kîmyewiyê qetil kir. OPCW çima hûn lêkolîn nakin?” nivîsandî, çalakiya bêdem lidar xist.

Ata diyar kir ku ew ê her roj, di navbera saet 10.00 û 13.00’an de çalakiya xwe bidomîne. Ata da zanîn ku du biraziyên wî yên gerîla, di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin nav liv û tevgerê.

Ji biraziyên Ata Jînda Gabar (Mihrîban Ata) ku di 5’ê Kanûna 2021’an de, li Çiyayên Mercan a navçeya Pûlûr a Dêrsimê bi heft hevrêyên xwe re şehîd bûbû.

Binevş Agal (Gulperîn Ata) jî, di Gulana 2022’an de bi pênc hevrêyên xwe re li qada Kurêjahro ya Zapê şehîd bûbû. HPG’ê ragihandibû ku dewleta Tirk a dagirker di vê êrîşê de çekên kîmyewî bi kar anîbû.

Xweşnav Ata yê ku ji Elmanyayê hatî, wiha got: “Çekên qedexekirî li dijî zarokên me tên bikaranîn. Em daxwaz dikin ku OPCW vê yekê lêkolîn bike.”

Ata anî ziman ku ew dixwaze bi OPCW’ê re hevdîtinê bike û diyar kir: “Divê cîhan bizane ku yekane daxwaza me edalet e. Em hêvî dikin ku bi wijdan bin.”

Ata yê 55 salî destnîşan kir ku heta ku ew bersivek erênî distîne, wê çalakiya xwe bidomîne û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Em dixwazin ku têkildarî çekên kîmyewî, lêkolînekê bidin destpêkirin. Eger di vî alî de pêngavek neyê avêtin, ez çalakiya xwe bi dawî nakim.”