Çalakgerên Nobeda Azadiyê: Em xwedî li berxwedana dîrokî ya gerîla derkevin

'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan ve deh sal in bi biryardarî dewam dike, bi komeke nû tê meşandin. Çalakgeran ji bo xwedîderketina li 'berxwedana dîrokî ya gerîla' bang kirin.

'Nobeda Azadiyê' ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê hate destpêkirin, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve biryardarî dewam dike.

Çalakiya ku li qadeke ji saziyên Ewropayê, li bajarê Strasbourgê yê Fransayê destpê kir, her hefte ji aliyê komek ji Kurdên li Ewropayê û dostên wan ve tê meşandin.

Çalakiya nobedê di hefteya 518'an de ji aliyê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Strasbourgê ve tê meşandin.

Koma nû ya çalakiyê ji Alî Donmez, Îsmaîl Gumuş û Vedat Aydin pêk tê.

Alî Donmez bi navê komê axivî û got, "Li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo û çanda berxwedanê ya Tevgera Azadiyê ya Kurd, çalakiya me bi salan e bi îradeyeke mezin dewam dike."

Alî Donmez got, "Bi vê hişmendî û baweriyê em çalakiya xwe dimeşînin û bi biryar in ku heta misogeriya azadiya Rêberê xwe têbikoşin." Alî Donmek weke çalakgerekî Nobeda Azadiyê diyar kir ku ew berxwedanan dîrokî ya gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê silav dikin.

Alî Donmez bang li gelê Kurd kir, ku xwedî li berxwedana gerîla derkeve û çalakiyan zêde bike.