Xizmên windayan hesab pirsîn

Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan aqubeta windayan pirsîn.

Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan aqubeta windayan pirsîn. Di daxuyaniyan de çîroka kesên di salên 90'an de hatin windakirin hatin xwendin. Di daxuyaniyan de kesên di Qirkirina Ermeniyan de hatin qetilkirin hatin bîranîn û hate xwestin ku dewleta tirk bi cînayetan re rû bi rû bê û qirkirina ermeniyan nas bike.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 324'an li Parqa Koşuyolu li dar xistin. Rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de çîroka Ferman Cîngoz ê ku di operasyona leşkeran a li gundên navçeya Lîcê ya Amedê hate girtin û piştî îşkenceyê hate qetilkirin hate vegotin. Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Prz. Muhterem Suren diyar kir ku ji ber demboriyê derberê dosyaya Ferman Cîngoz de biryara bêşopandinê hat dayîn û ev yê mînaka li vî welatî polîtîkayên bêcezankirinê tên meşandin e. Suren balkişand ser 100'emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan û bang li dewleta tirk kir ku qirkirinê nas bike û rû bi rû bê.

Endamê Komîsyona Lêkolîn û Cînayetên Kiryar Nediyar û Windayan ê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Prz. Abdullah Zeytun nameya dayîka Ferman Cîngoz Remziye Cîngoz xwend.

Di nameyê de wiha tê gotin: "Di 20'ê adara 1994'an de li hemberî gundên herêmê bi tevlîbûna cerdevanan operasyonekî mezin a leşkerî pêk hatibû. Serê sibê bû. Kurê min Ferman Cîngoz ji bo biçe mizgeftê ji mal derket. Leşkeran bangî wî kirin û ji wî xwestin ku çayê ji wan re bibe. Min jî çay çêkir û bi Ferman şand. Kurê min du caran ji leşkeran re çay bir. Her cara gotin çay vekiriye rêjandin û gotin çayê bîne û kurê min darp kirin. Pişt re ji min re got, 'Dayê fermandar dê min bikuje ez dê birevim' Kurê min li qada daristanê reviya û çû. Kurê min hêj 15-16 salî bû. Ber bi gundê Kervasê ve diçû. Li wir bi welatiyê bi navê Haci Îbrahîm re axivî û got ji leşkeran direve. Ji wir dema ber bi gundikê Harnayatê ve diçû hate girtin. Piştî kincên wî derxistin îşkenceyekî giran lê kirin. Ji vê îşkenceyê re hevsera Hacî Îbrahîm Nafiye jî bû şahid. Bûyer wê ji me re got. Cerdevanan puşiya kesk, sor û zer bi stuyê kurê min ve girêdan û li pey xwe kişandin û milê wî şikandin. Kurê min û Edîp Tanirverdî yê ku li gundê Nenyasê ji aliyê leşkeran ve hate girtin bi çekê qetilkirin. Piştî kuştin fermandar xwest cenazeyan bişewîtîne. Lê hin leşker li hemberî vê yêk derketin. Hevserê min du rojan li wir li kurê min geriya. 2 roj şunda piştî cerdevanan agahî da me cenazeyê xwe peyda kir."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Elihê û xizmên windahiyan çalakiya xwe ya hefteya 324'emin bi dirûşmeya "Bila winda bên ditîn, kujer bên darizandin" li Kolana Gulistanê bi tevlî bûn gelek xizmên windayan û nûnera ÎHD'ê li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatin winda kirin û qetil kirin hatin hilgirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagadîr axivî û diyar kir ku komeleya mafê mirovan ji 1'ê hezîrana 1995'an heya niha ji bo kujer bên dîtin li qadan in û ji bo demokrasiyê di qirin. Bagadir anî ziman ku bi ser bûyerên kiryar nediyar de derbas jî bibe ew dê lêgerîna xwe bidomînin û ev yêk ji bo dewlet tirk dê her tim lekeyekî reş be.

Bagadir komkujiya ermeniyan bibir xist û êrîşên çeteyê DAIŞ'ê ya li ser Kobanê û Şengalê şibandin hev got ku komkujiya ermeniyan di cihanê de komkujiya herî mezin a li hember ol û civakan e. Bagadir anî ziman ku hişmendiya desthilatdariyê yeke û wiha got: "Ji beriya sed salan ermenî hatin qetilkirin û ji cih û warê wan hatin derxistin. Îro jî bi heman hişmendiyê ev polîtîka li ser gelê kurd tê meşandin. Gelê kurd li her cihê tên qetilkirin û kuştin. Axa Kurdistanê tê wêrankirin. Eger di dema komkujiya ermeniyan de hesab bihata pirsîn, îro dayikên kurd li kolanan aqûbeta zarokanê xwe ne dipirsîn."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîr jî bi heman armancê li ber Sumerparkê ya Konakê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiya hefteyî de aqubeta rewşenbîrên ermenî yên Stenbolê yên di 24'ê nîsana 1915'an de hatin binçavkirin û careke din tu agahî ji wan nehat girtin hate pirsîn. Nûnerê ÎHD'ê yê Egeyê Alî Aydin diyar kir ku di 24'ê nîsana 1915'an de bi fermana Wekîzê Karê Hûndir ê wê demê Talat Beg ve li Stenbolê 250 rewşenbîrên ermenî hatin binçavkirin û wiha got: "Dibin Girtîgehan Navendî ya Sultanahmetê. Pişt re bi trenekî taybet ber bi Enqere ve birin. Çima hatin girtin û dê ku ve bibin tu agahî nedanê. 158 kes li Çankiri û 92 kes jî sewqî Ayaşê kirin. 174 kes ji aliyê polîs û leşkeran ve hatin qetilkirin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê li Kolana Hunerê çalakî pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên kesê hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Piştî rêzgirtinê aqubeta Nezîr Tekçî yê li gundê Yêkmala Jorî hate pirsîn. Halît Tekçî çîroka kurê xwe vegot û diyar kir ku kurê wî di sala 1995'an de ji bo berê xwe bide pez ji gund diçû gundekî din û li Yekmala Jorî ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û careke din tu agahî ji wî negirtin. Tekçî anî ziman ku ji bo aqubeta kurê xwe hîn bibe bi salan têkoşîn kir û wiha got: "Di dîroka kurê min winda bû de leşkerê bi navê Yusuf Şahîn ê li Fermandariya Tabura Geverê leşkerî dikir peya dikir. Leşker got bolukek din kesekî bi navê Nezîr Tekçî girt û ji bo kampên PKK'ê nîşan bide bi xwe re birin. Lê ligel Tekçî tiştek nedizanî ji aliyê Serheng Alî Osman Akin ve rastî gefên mirinê hat. Li qada operasyonê xwestin leşkerên kurd Tekçî bikujin lê ji ber tu leşker peyda nekirin Tegmen Kemal Alkan bi destûra Serheng Alî Osman Akin Tekçî kuşt. "

Tekçî bi îfadeyên şahidan pêvajoya hiqûqî da destpêkirin û li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê bi sûcdariya "Bi hîsên cenawirî û îşkenceyê mirov kuştin" doz vekir. Tekçî da zanîn ku doz bi hinceta "ewlehiyê" doz birin Eskîşehîrê.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.