Xizmên windayan: Bila fail bên darizandin

Xizmên Windayan û ÎHD çalakiyên xwe yên hefteyî yên bi armanca aqubeta windayan bipirsin li dar xistin.

 Xizmên Windayan û ÎHD çalakiyên xwe yên hefteyî yên bi armanca aqubeta windayan bipirsin li dar xistin. Di çalakiyan de bal kişandin ser hefteya windayan dan zanîn ku divê bi rastiya windayan re rû bi rû werin. Di çalakiyan de hat diyarkirin di darbeya faşîst a 1980'an de 940 hat di binçavan de hatin windakirin û cenazeyê nivek ji wan winda ne.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 328'emîn li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku li welatekî gorên komî û gelek winda lê hene dijîn û ji bo bi vê rastiyê re bi rû bên têkoşînê dikin. Bîlîcî anî ziman ku aştiyekî bi rûmet bi sûcên li Tirkiyeyê hatin kirin re rû bi rû bênê re dê pêk bê. Bîlîcî da zanîn ku ew dê roja duşemiyê li Qada Şêx Saîd seat di 19.00'an re di çarçoveya hefteya windayan de çalakiyê li dar bixin.

Endamê Komîsya Windeyan ê ÎHD'ê Prz. Abdullah Zeytun daxuyanî xwend. Zeytun, diyar kir ku sala 1995'an heya niha 17-31'ê gulanê weke Hefteya Windayan tê qebûlkirin û di vê çarçoveyê de çalakiyan li dar dixin û wiha got: "Di bin çavan de windahî sûcekê mirovahiyê ye. Li hemberî xizmên windayan jî ev sûc her tim hate kirin." Zeytun anî ziman ku weke xizmên windayan pirsgirêka herî mezin dîjîn yêk jî pirsgirêka demboriyê ye. Zeytun anî ziman ku di vê çarçoveyê de divê rêgeza demboriyê neyê bikaranîn û ji bo vê yêkê jî kampanya dan destpêkirin. Zeytun bilêv kir ku li gorî daneyên ÎHD'ê 253 gorên komî hene û 3 hezar û 248 kes di wan goran de ne.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

MÊRDÎN

Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li Parqa Karayollari daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Mêrdînê Erdal Kuzu di çalakiyê de axivî û diyar kir ku bi salanin aqubeta windayên kiryarên wan diyar dipirsin. Rêveberê ÎHD'ê Abdurrahman Kizilay jî diyar kir ku li gorî daneyên ÎHD'ê 940 kes di 12'ê îlona 1980'an de di binçavan de hatin windakirin û cenazeyê nîvekî wan nehatin dîtin û wiha got: "Ji bo aqubeta kesên hatin windakarin lêkolîn bikin hin dozgeriyên lêkolîn kirin û bin bûyer hatin zelalkirin û derbarê kiryaran de dozên sembolîk hatin vekirin. Doz bi neqlan hatin girtin."

'DIVÊ BANKAYA DNA'YAN BI LEZ BÊ AVAKIRIN'

Kizilay anî ziman ku divê li Tirkiyeyê bi lezgînî banqeya DNA'yê bê avakirin û ji bo bûyerên wisa careke din çênebin zagonên parêzer bi kesê tê binçavkirin re hevdîtina bike asteng dikin bên rakirin.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi heman armancê li Kolana Gulîstanê hatin cem hev û aqubeta windayan pirsîn. Di çalakiyê de wêneyên kesê hatin windakirin hatin hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir diyar kir ku ji sala 1995'an heya niha çalakiyên lêgerîna dadê li dar dixin û bi ser vê yêkê re 20 sal derbasbûn. Bagatir anî ziman ku windakirina mirovan a di bin çavn de sûcê mirovahiyê ye. Bagatir balkişand ser gorên komî yên li Tirkiyeyê û da zanîn ku di gorên komî de 3 hezar û 248 kes hene.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî xizmên windayan û ÎHD'ê li Kolana Hunerê çalakiya xwe ya hefteya 60'emîn li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û hatin windakirin hatin hilgirtin. Nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Nuhyettîn Unal axivî û diyar kir ku ligel 20 salin têkoşînê didin hêj tu encama negirtine û Serokomar Erdogan di dema serokwezîr di hevdîtina bi Dayîkên Şemiyê re kir soz dabû lê soza xwe bi cih neyan. Unal balkişand ser êrîşên li hemberî HDP'ê û diyar kir ku gumanên wan her diçe zêde dibin û divê pêşiya van êrîşan bê girtin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê li ber Sumerbankê ya Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetil kirin û hatin windakirin hatin hilgirtin. Endamê ÎHD'ê yê Egeyê Alî Aydin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku 20 salin ji bo kesên di binçavan de hatin windakirin çalakiyan li dar dixin. Aydin anî ziman ku li gorî daneyên ÎHD'ê 940 kes di 12'ê îlona 1980'an de di binçavan de hatin windakirin û cenazeyê nîvekî wan nayê dîtin.

MÊRSÎN

Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê jî di çarçoveya Hefteya Windayan de li Parq Ozgur Çocuk daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên HDP'ê, Namzetên HDP'ê yên Mêrsînê Gulay Bîngol, Nursel Demîr û Muslîm Tank tevlî daxuyaniyê bûn. Rêveberê ÎHD'ê yê Mêrsînê Huseyîn Firat Mavîguk diyar kir di darbeya faşîst a 12'ê Îlona 1980'an de nêzî 940 kes di bin çavan de hatin qetilkirin û cenazeyê nivek wan kesan hê nediyar in û nehatine dîtin.

EDENE

Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê ji bi heman armancê li Parqa Înonu daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wêneyên hatin windkairin hatin hilgirtin û dirûşme hatin bezkirin. Aktîvîstên DEM-GENÇ'ê, HPD, KJA'yê jî piştgirî dan çalakiyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Edeneyê Îlhan Ongor daxuyanî xwend û wiha got: "Em weke parêzvanên maf bang li hemû partiyên siyasî û raya giştî dikin ku bi me re têkoşîna aqubeta windayan bikin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

WAN

Şaxa ÎHD'ê ya Wanê jî bi heman armancê li Parqa Feqiyê Teyran daxuyanî da çapemeniyê. Namzetên HDP'ê yên Wanê, rêveberên HDP'ê, Heyeta YNK'ê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Wanê Murat Melet diyar kir ku ji sala 1995'an heya niha her hefte aqubeta windayan dipirsin lê dewletê zi zext û zordariyan xwest têkoşîna xizmên windayan asteng bike û wiha got: "Lêgerîna me ya dadê 20 salin didome. Dewletê heya niha tu bersiv neda lêgerîna me ya dadê. Li gorî daneyên ÎHD'ê di darbeya 1980'an de 940 kes di binçavan de hatin windakirin û cenazeyê nivek kesan hêj nehatine dîtin û winda ne."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.