Xemla Çiyayê Sîpanê li merşan tê neqişandin

Merşên li navçeya Bedlîs Xelatê bi destan tên hûnandin, bi reng û neqşên xwe malan dixemilînin.

Tevî van merşên li herêmê weke 'emenî' tên binavkirin, teşikên di rojên taybet de tên nîşandan û gelek berhemên bi destan tên çêkirin, li ber tinebûnê ne.

Vethan Oner a 65 salî, ku beriya 40 salan li Xelatê dest bi hûnandina merşên ji neqşên herêmê kir, zarokên xwe yên keç jî hînî vê hunerê kir. Oner diyar kir, ku ji bo gelek nîgar winda nebe divê merş û tejik ji nû ve bên hûnandin û got, "Ji ber ku niha febrîqe merşan çêdikin, kes bi destan çênake. Lê belê beriya niha bi 40 salan, xeml, reng û rewşa civaka Kurd li tejikan dihatin neqişandin. Lê ev merşên ji naylon ên li febrîqeyan tên çêkirin, çanda me ya merş û tejikan a ji hezaran salî tine kir. 2 keçên min niha li Eskîşehîrê dimînin û her jî merşan dihûnin. Ez ê îsal ji wan re hiriya mihan bişînim. Wan li malên xwe tevna xwe danîne û karê xwe yê hûnandinê dikin."

Mahmût Nafîz Oner jî da xuyakirin, ku nabe merş û tejikên bi destan li Xelatê tên çêkirin weke antîka bê bikaranîn û got, "Niha weke tiştekî xemlê yan jî antîka tên dîtin. Halbûkî tejik û merşên Xelatê parçeyek ji çanda hezaran salî ya Kurdan e. Tevî ku mirovan niha berê xwe dane merşên febrîqeyan jî, ji niha ve mirovan dest bi hûnandina merşên parçeyek ji çanda xwe kirine. Bi pêşketina teknolojiyê re mirov hinekî ji çanda xwe dûr ketin. Lê belê, dîsa jî mîna kincên gelêrî, li mala her kesî wê tejik û merşên wan hebin. Em civakeke qedîm û xwedî bingeh in. Çi tiştekî li çand û bingeha me nayê, yekser tê dîtin. Lewma nexş û xemla Sîpanê, xezala wê û çîroka Xecê û Siyabend wê timî li malên me hebin. Em gelê destpêkê û yê herî dawî yê şaristaniya 5 hezar salan a li dora Gola Wanê ne. Ev yek di nava neqşên merşên me de jî tê dîtin."

...