Xaniyên derî û pace li ber nînin, bi kirê didin penaberan

Li taxa Kadîfekale ya Îzmîrê, xaniyên di çarçoveya projeya veguherîna bajêr de ji bo xerakirinê hatin valakirin, bi kirê didin malbatên Sûriyeyî. Li van xaniyên ku derî û pace li ber nîne, bê elektrîk û bê av in.

Penaberên ku ji roja destpêkê ve di nava şert û mercên gelekî giran de li Tirkiyeyê dijîn, dawî li pirsgirêk û zordariya li wan tê kirin, nayê. Desthilatdarî her carê îdîa dike, ku ew pirsgirêkan çareser dike. Lê belê rastî ne welê ye. Pirsgirêkên bingehîn; bêkarî, stargeh, xwarin, perwerde û tenduristî ye.

Li taxên Basmane û Kadîfekale yên Îzmîrê, trajediyeke nû heye. Xaniyên ku di çarçoveya projeya veguherîna bajêr de ji bo xerakirinê hatin valakirin û kolan bi kolan ev xanî tên xerakirin, ji aliyê xwediyê wan ve bi kirê didin penaberên Sûriyeyî.

Li ber van xaniyan derî û pace nîne. Malbatên penaber, bi betanî û naylonê derî û paceyan digirin û hewl dibin bi vî rengî xwe ji sermayê rizgar bikin. Buhayê kirê jî li gorî rewşa xanî ji hev cuda ye. Ev xanî di navbera 200-400 de bi kirê tê dayîn. Malbatên ku ji bo dayîna kirê gelekî tehdê dibînin, li van xaniyên li ber hilweşînê ne, hewl didin bijîn.

Malbata Ahmed a ji 7 neferan, li taxa Kadîfekaleyê, xaniyekî ji bo bê xerakirin hatiye valakirin, neçar ma kirê bike. Malbata Ahmed beriya niha bi salekê ji Helebê hatiye Îzmîrê. Lê belê ji ber ku ji aliyê madî ve ti îmkanê wan nîne ku kirê bide, li qatê herî jor ê xaniyayê hilweşiyayî bi cih bûye. Ji bo xwe ji sermayê biparêze jî, derî û paceyên tiştek li ber nîne, bi betaniyê girtiye.

'EM DIXWAZIN DEMEK JI YA DIN ZÛTIR VEGERIN WELATÊ XWE'

Bav Abbas Ahmed anî ziman, ku di zivistanê de îmkanê wan tinebû ku sobeyeke bi ceyranê jî vekin û bi vî rengî qala rewşa xwe kir: "Dema ku şer li Helebê giran bû, me rahişt çend parçe ji eşyayên xwe û em neçar man derkevin. Em di destpêkê de hatin Dîlokê, piştre hatin vir. Ji ber ku pereyê me nîne, me eşya ji hin cihan girtin. Me zivistan di binê betaniyê de derbas kir. Zarok hemû nexweş in, em perîşan bûn. Car carna alîkarî tê, em debara xwe bi wan dikin. Ji ber ku em neçar in, me ev xanî kirê kir. Em 250 TL kirê didin. Yên ku derî û pace li ber in, buhayê wan zêdetir in. Lewma me nekarî wan kirê bikin. Li vê derê, ez kaxiz û hesinan kom dikim, hevjîna min jî carna diçe paqijiyê. Em bi vî rengî dijîn. Em ditirsin ku wê rojekê zarokên me birevînin. Hin bûyerên bi vî rengî qewimîn, lewma em ji destpêkê ve ji vê ditirsin. Em naxwazin hînî jiyaneke bi vî rengî bibin. Zarok dema mirovên bi kincê leşkerî û yên bi rî dibînin, ditirsin. Em dixwazin şerê li welatê me biqede û demek ji ya din zûtir vegerin welatê xwe."

'ZAROK XEWN Û XEYALÊN XWE LI DÎWÊR XÊZ DIKIN'

Dayik Rabîa Ahmed diyar kir, ku ji ber nikare xwe xwedî bikin, ew nikare şîr bide bitika xwe ya li ber pêsîrê û anî ziman, zivistanê kêm ma bû ew biqefilin. Rabîa Ahmed got, "Ji ber ku gelekî buha bû, em nikaribîbûn li xaniyên din bi cih bibin. Me texmîn nedikir, ev der wê ewqasî sar be. Em ancax dikarin zikê xwe têr bikin. Ji ber ku sobeya me nîne, kêm ma bû em biqefilin. Elektrîk û av nebû, me nû anî. Zivistanê ev der gelekî sar bû. Zarokan wêneyê bexçeyên me yê li Helebê li ser dîwêr xêz kirin. Bi xewn û xeyala wê derê dijîn. Înşaleh em ê rojekê vegerin."