Wûppertal Azadîspor tevî zor û zehmetiyan di lîgê de ma

Tîma BV 1885-Azadî Wûppertal, ku di komam 2. a Kreîslîga B ya li bajarê Elmanya Wûppertalê têdikoşe, tevî sezona zehmet jî li lîgê ma.

Tîma Azadî Wûppertal ku ji ber ceza û seqetbûna gelek lîstikvanan di vê sezonê de zehmetiyên mezin kişand, berî çend hefteya rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Tevî hemû zehmetiyan jî tîma Azadî Wûppertal xwe li Kreîslîga B girt û sezon di rêza 14. de qedand.

Berdevkê Çapemeniyê yê vî tîmî Firat Polat da xuyakirin, ku cara yekemîn e tîma wan ewçend zehmetiyan dikişîne û got, "Tîma me demeke dirêj e di Kreîslîga de têdikoş e. Û cara yekemîn e ji bo mayîna li lîgê têkoşiya. Tîma me di vê sezonê de nikarîbû lîstik û performansa jê dihat xwestin nîşan bide. Lê tevî vê yekê jî di rêza 14. de sezon qedand û ji ber mayîna li nava lîgê em kêfxweş in."

Polat da zanîn, ji ber ceza û lîstikvanên wan ên seqetbûyî, tîma wan di rêzên jêrîn de lîg qedandiye û got, "Çend hefte berê me rêveberiya xwe ya nû diyar kirin. Ji bo mayîna li lîgê, bi taybetî serokê klûba me Halîl Erdem gelekî fedekarî kir. Ev yek jî bû sedem ku em li nava lîgê bimînin."

Polat diyar kir, ew bi şiyara şampiyoniyê xwe ji bo sezona pêş amade dikin û got, "Bi rêveberiya xwe ya nû re em karekî kolektîf dimeşînin. Bi taybetî me dest bi diyarkirina endamên xwe yên klûbê û sponsoran kriin. Ji ber ku li herêma em lê ne ciwanên me gelek in, em dixwazin tîma A û tîmeke ciwanan ava bikin. Bi vî rengî em ê ciwanan tevlî sporê bikin. Em dixwazin ji bo sezona pêş tîmekî xurt bafirînin û baş dest bi sezonê bikin. Di heman demê de em ê tevlî tûrnûvaya bîranîna Şehîdên meha Gulanê bibin."

Ji lîga Kreîslîga B, vê sezonê tîmên SV Velbert 3 û FC Wulfraht 2 ketin.

...