Tûtina Kersê êdî tê çinîn

Tûtina Kersê ya navdar, ku berî 3 mehan li Geliyê Kersê yê Şengalê hat çandin, êdî tê çinîn.

Tûtina Kersê ya navdar, ku berî 3 mehan li Geliyê Kersê yê Şengalê hat çandin, êdî tê çinîn.

Geliyê Kersê bi axa xwe ya berhemdar û kaniyên xwe yên avê tê naskirin. Yek ji berhemên navdar ên vê derê jî tûtin e.

Tûtina ku di meha Nîsanê de li vê derê hat çandin, piştî sê mehan tê çinîn û piştre tê hişkkirin. Tûtin 20 rojan li ber tavê tê hiştin û piştî hişk bû, di mengeneyê de tê birîn û tê firotin.

Şêniyên herêmê dest bi çinîna tûtinê kirine.

Tûtina Kersê tûtina herî navdar a li Iraqê ye.

...