Tîma La Paz bi forma Amedsporê lîst

Tîma futbolê La Paz, bi armanca şermezarkirina kampanya lîncê ya li hemberî Amedsporê tê meşandin, di maça xwe ya duh de bi forma Amedsporê lîst.

Tîma La Pa a li dijî nîjadperestî û faşîzmê ji gelek neteweyan pêk tê û ji sala 2010'an û vir ve di lîga amator de têdikoşe, ji bo nerazîbûnê nîşanî kampanya lîncê ya li hemberî Amedsporê bide, di maça xwe ya duh de bi forma Amedsporê lîst.

Tîma Laz Paz, ku her tim bi berpirsyarî nêzî bûyerên civakî yên li Îtalyayê û pirsgirêkê navneteweyî bûye, di gelek maçên xwe de ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên civakî û navneteweyî, bi pankarta daketin qadê.

Bi taybetî, piştî dengvedana berxwedana li Rojavayê Kurdistanê di gelek maçên xwe de pankartên balê dikişînin ser têkoşîna Kurdan vekir. Her wiha di gelek çalakiyên li bajarê Îtalya Parmayê de pankarta bi nivîsa "Il popolo Cordo non e solo-Gelê Kurd bi tenê nîne" û ali vekir.

Di çarçoveya felsefeya xwe ya damezrandinê de, weke alternatîfa futbola endustriyî tevî gel ji bo gel dest bi sezona nû kir.

Hefteyek beriya bidawîbûna lîga amator a tê de ye, maça duh bi encama 4-1 qezenc kir û şampiyoniya xwe îlan kir.

La Paz ji bo piştgiriyê bide Amedsporê duh bi forma Amedsporê lîst. Tîma La Paz serketina xwe ya duh diyarî alîgirên xwe yên ew ti carî bi tenê nehiştine û Amedspor, gelê Kurd hemû gelên bindest ên rastî îşkence û zextê tên, kir.

...