Tecrîda li ser Ocalan li Ermenistanê bi mîtîngekê hat protestokirin

Îro li paytexta Ermenistanê Êrîvanê tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi mîtîngekê hat şermezarkirin.

Li meydana Komara Ermenîstanê, Kurdistaniyên ku li Ermenîstan dijîn,bi mîtîngekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,bi hêrseke mezin bi tundî şermezar kirin.

Di mîtîngê de ku ji hêla Komîteya Kurdistanê ve hatibû organîzekirin,endamê Komîteya Kurdistanê Davut Karasû axîvî. Karasû  di axaftina xwe da bi kurtasî der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî da û ev tecrîd bi tundî şermezar kir. Bang li devleta Tirk kir û got, “Divê dewleta Tirk hêrsa gelê Kurd nepîve ,ger tiştik bi Rêbertiya me were, mûyekî ji pora Rêbertî jî ziyanê bibîne, em ê dewleta Tirk bikin gola xwînê .Ji ber vê jî em bang li dewleta Tirk dikin ku kêlî beriya kêliyekê divê malbata Rêbertî, parêzerên wî, şandeyeke biçe Imraliyê û bi Serokê me re hevdîtinê pêk bînin. Ev salek  û şeş meh in ku em ji Serokê xwe ne agahdar in û ji hewldana darbeyê, 15’ê Tîrmehê ve bi fikar in.”

Piştî axaftina Karasû, Serokê Şêwra Kurdên Ermenistanê Kinyasê Hemît belavoka ku  bi Ermenî hazir kiribûn xwend.

Çapemeniya Ermenistanê jî gelekî bi baldarî ev mîtîng şopand û gelek televîzyon û radyo yên Ermenîstanê li mîtîngê hazir bûn.

Di belavokan de bang li dewletên Ewropa hate kirin ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zextê li ser dewleta Tirk bikin ku tecrîd bi dawî bibe. Di rewşeke neyênî ku tiştek bi Ocalan were di serî de dewleta Tirk, hemû dewletên Ewropayê berpirsyar in. Di belavokê de bêdengiya Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin.

Di mîtîngê de gelek rewşenbîr û hurmend jî amade bûn. 

Di mîtîngê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarên bi zimanê Ermenî û Kurdî ‘’Bê Serok Jiyan nabe’’hatin hildan. 
Di mîtîngê de dirûşmeyên ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’’ ,’’Kî Destê Xwe Bide Serokê Me Em Ê Wî Destî Bişkînin’’ hatin berzkirin.

Mîtîng bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’’ bi dawî bû.

...