Swîsreyî naxwazin dest ji enerjiya nukleerî berdin

Swîsreyiyan pêşnûmeya ku bi hedefa berdana enerjiya nukleerî li referandûmê hat dengdan, red kirin.

Swîsreyiyên ku ji bo referandûmê çûn ser sindoqan, bi rêjeyek ji sedî 54.23’yan pêşnûmeya ku pêşniyara berdana enerjiya nukleerî dikir red kirin.

Swîsreyî ji bo pêşnûmeya ku ji hêla Keskan hat pêşniyarkirin û pêş didît ku 5 reaktorên 4 santralên nukleerî bi awayekî bi navber heta 2029’an bên girtin û santralên nû neyên avakirin çûn ser sindoqên referandûmê

Di encama referandûmê de Swîsreyiyan ev pêşnûme red kirin.

Piraniya 18 kantonan ji bo destjêberdanê gotin na, hejmara kantonên gotin erê jî 5 in.

Eger ev referandûma ku hikûmet li dij derdiket bihata qebûlkirin, sala 2017’an wê Santrala Nukleerî ya Beznau, sala 2024’an jî xebatên Gosgenê bihata rawestandin.  Di encama referandûmê de ku pêş didît Santrala Nukleerî ya Leîbstadt wê 2029’an bihata girtin, ne têkîldarî referandûmê, wê santral ali Muhlebergê jî heta sala 2019’an bixebitiya.

Pêşnûmeya referandûmê ya ku avakirina santralên nukleerî yên nû qedexe dikir, pêş didît ku Swîsre bi temamî çavkaniyên enerjiyên jinûve dikarin bên bikaranîn bên xebitandin.

Dijberên referandûmê îdîa dikirin ku eger referandûm bê qebûlkirin wê Swîsre ji milê enerjiyê muhtacî welatên mîna Fransa û Elmanyayê bibin.