BI DÎMEN

Sobeyên bi keda destan tên çêkirin, li dijî teknolojiyê li ber xwe didin

Hostayê sobeyan Yûsûf Erors ê 30 sal in li sûka kevn a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê sobeyan çêdike, tevî zor û zehmetiyên giran jî bi biryardarî xwedî li pîşeyê xwe derdikeve.

Karê çêkirina sobeyên êzigan, ku pîşeyê pêşiyan e, ji ber pêşketina teknolojiyê di rewşeke xetere de ye. Li Bazara Sobeyan a li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, hostayên vî pîşeyî bi biryardarî xwedî li karê xwe derdikevin. Li vê bazarê sobeyên sobeyên êzingan, agirdank, semawer, çaydan, bêr û qamîş tên çêkirin.

'30 SAL IN SOBEYAN ÇÊDIKE'

Hostayê sobeyan ê bi navê Yûsûf Erors got, "Nêzî 30 sal in ew vê bazarê dixebite" û wiha qala hunera xwe kir: "Di emrê zarokatiya xwe de min dest bi vî karî kir. Ez hê zarok bûm hostayê min çû ser dilovaniya xwe û min xwest mîrateyê wî bidomînim. Nêzî 30 sal in ez vî karî dikim. Di roja me ya îro de karê me li hemberî pêşketina teknolojiyê li ber xwe dide. Em li vir sobeyên daran, agirdank, semawer, çaydan, bêr û qamîşên komarê çêdikin. Di werza zivistanê de sobeyên daran têne firotin û havînê jî semawer û agirdank têne firotin. Weke salên berê êdî ti kes naxwaze bi vî karî ve xerîk bibe. Em jî dixwazin vê hunera bav û kalan bidomînin."

'BI GIRANÎ GUNDÎ SOBEYAN DIKIRIN'

Erors anî ziman ku beriya niha karê li bazara wan gelek baş bû û anî ziman, ji ber krîza aborî ya li herêmê êdî li bazarê kirîn nayê kirin. Erors got: "Ev saleke li bazarê kirîn zêde nîne. Beriya niha me rojê nêzî 14 sobe difirotin, lê belê niha ji ber pêşketina teknolojiyê û krîza aborî ti kes nakire. Niha tenê welatiyên li gundan dijîn tên bazarê û sobeyan dikirin."

'SOBEYÊN ÊZINGAN LI HEMBERÎ GAZA XWEZAYÊ LI BER XWE DIDE'

Hostayê ciwan ê bi navê Rahmî Caner jî anî ziman ku li hemberî pêşketina teknolojiyê hunera wan li ber tinebûnê ye û got: "6 sal in ez li vê dikanê dixebitim. Li bazarê her ku diçe hêza kirînê kêm dibe. Beriya niha rojane nêzî 40 semawir û agirdan dihatin firotin. Lê belê niha hema bêje em tenê yekê difiroşin. Berê dema dibû zivistan her kes dihat li vir sobeyên êzingan dikirîn, lê belê niha her kes gaza xwezayî bikar tînin."